ÇalakîManşêt

Şandeyek ji partiya (Yekîtî) serdana buroya PYD li Firatê kir

Îro şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriya( Yekîtî) serdana buroya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Firatê kir, ji bo li ser geşdanên dawî li ser qada siyasî nîqaş bikin.

Şandeya mêvan ji cîgerê sekretêrê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûrtiya( Yekîtî)  Mistefa Meşayix, û endamên partiyê pêk hat.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Enwer Muslim û endamên partiyê li herêma Firatê pêşwaziya wan kirin.

Her du aliyan di der barê hevdîtinê de li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet behs kirin, her wiha tekez kirin li ser pêwistiya berxwedanê li dijî pirsgirêkên li hember me derdikevin.

Her du aliyan destnîşan kirin ku projeya Rêveberiya Xweser destkeftiyeke ji bo tevahiya gelê herêmê, û parastina ev projeya demokratîk erke li ser milê tevahiya partiyên li bakur û rojhilatê Sûriya.

Her du aliyan îşaret kirin, brakijiya di navbera aliyên kurdî wê bikeve berjewendiyên dijminan.

Her du partiyan tekez kirin ku diyalog riya tekane ye ji bo bidawî kirina aloziya Sûrî ye.

   

Back to top button