ÇalakîManşêt

Şandeyek ji partiya me serdana buroya Partiya Kesk a Demokratîk kir

Di nava serdanên ku Partiya Yekîtiya Demokrat pêk tîne, ji bo partiyên siyasî, şandeyek ji partiya me, duh di dîroka 2021-6-19, serdana buroya Partiya Kes a Demokrat li Qamişlo kir.

Şandeya partiya me ji hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat “Enwer Muslim”, “Rohat Mele Xelîl” û “Xelîl Osman” hevserokatiya buroya têkiliyan di partiyê de, her wiha “Şêx Raxib El-Faris” endamê buroya têkiliyan di partiyê de, pêk hat.

Hevserokatiya Partiya Kesek a Demokratî, “Reşa Ebas û Luqman Ehmê”, û Delal El-Haşimî, Silêman Mihemed Mesûm, Şêrîn Ebas, Mihemed Ezîz, Yûsif Ebdulla, Yasir El-Haşimî û Adil Xelîl endamên di partiyê de pêşwaziya şandeyê kirin.

Di destpêka hevdîtinê de, partiya me li darxistina kongreyê duyemîn a Partiya Kesk a Demokratîk pîroz kir.

Her du aliyan li ser rola partiyên siyasî di Rêveberiya Xweser axivîn, her wiha di serdanê de li ser Mekenîzmeya pêşketin û piştgiriya nêrînan hat nîqaş kirin

Her du aliyan tekez kirin li ser domandina mîna van serdanan, ji bo girtina nêrîn û pêşînyaran.

Her du aliyan destnîşan kirin li ser giringiya kar û hevsengiya di navbera tevahiya partiyê siyasî, ji bo xurtkirina têkiliyên biratî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan, ji bo li dijî hemû komployên ku çêdibin bisekinin.

Back to top button