Îro di dîroka 2022-6-26 şandeyek ji Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriya serdana navenda Partiya yekîtiya Demokrat PYD li navenda giştî ya li bajarê Qamişlo kir.
Şande ji endamên lijneya navendî “Mehmûd Osê”, “Fethe Allah Hiso” û “Nazim Derwîş” pêk hat.
Wekî din endamên partiyê Lara Derwîş, Pêncewîn Mihemed Elî û Xîtam Mihemed.
Şandeya mêvan li darxistina kongreyê 9emîn yê Partiya Yekîtiya Demkrat PYD her wiha hevserokatiya partiyê ya nû Asiya Abdûllah û Salih Muslim pîroz kir.
Her du aliyan di der bare axafina xwe de li ser rewşa heyî ya li Sûriya û gefên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya, her wiha helwestên hêzên navdewletî ji van gefan, axivîn.
Di dawiya xaftina her du aliyan, şandeya mêvan pesna rol û fedekariya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD di parastina destkeftiyên gelên herêmê û parastina wê da.