JinManşêt

Şandeyek ji Kongreya Star serdana navenda partiya me li Qamişlo kir

Şandeyek ji Kongreya Star îro di dîroka 12 Eylûnê serdana navenda Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Qamişlo kir.

Şandeya mêvan ji: Menal Mihemed, Silava Silêman û Pêncewîn Mihemed endamên Lijneya Têkilî û lihevkirinên Demokratîk ya Kongreta Star pêk hat.

Berdevka Fermî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD “Sema Bekdaş”, “Erîfa Bekir” endama Meclisa Giştî ya partiyê, “Rohat Mele Xelîl” hevserokatiya buroya têkiliyan di partiyê de, “Şadiya Omer û Rozelîn Bekir” buroya têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat de, pêşwaziya wan kirin.

Nîqaş li ser rewşa jin bi giştî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriya û dereveyî wê hat kirin, her du aliyan li ser riyên xurtkirina jinê di hundirê partiyên siyasî de axivîn, bi tabyet çalakirina rola wê li ser qada siyasî.

Her wiha destnîşan kirin li ser pêşxistin û xurtkirina têkiliyên jinan bi taybet li derve.

Di dawiya hevdîtinê de tekez kirin li ser pêwistiya van serdana ji bo kordînasyon û danûstendinan di navbera tevahiya jinan di hundirê partiyên siyasî an rêxistinên jinan.

Back to top button