Îro yekşemê, şandeke Kongireya Îslama Demokratîk serdana navenda partiya me li bajarê Qamişlo kir, bi boneya pîrozkirina desteya serokatiya hevbeş a nû ya partiya me piştî lidarxistina kongreya 9’emîn ya partiyê.
Şanda mêhvan ji hevserokên Konferansa Îslama Demokratîk (Delal Xelîl), Şêx (Mihemed El-Xerzanî), rêveberên Konferansa Îslama Demokratîk (Cemîl Haco) û cîgirên hevserokatiyê Ebdullah Bedraxan, Îbrahîm Husên û Hîba Dublis, pêk hat.
Şande ji aliyê hevserokên Partiya Yekîtiya Demokrat Asiya Ebdullah û Saleh Muslim û hevserokên nivîsgeha têkiliyên partiyê Mezlûm Xelîl û Erîfe Bekir û endamê nivîsgha ragihandina partiyê Mustafa Abdo ve hatin pêşwazîkirin.
Di destpêkê de şanda mêvan hevserokatiya nû ya partiyê pîroz kir û piştre her du aliyan behsa rewşa siyasî ya herêmê, gefên dewleta Tirk a ji bo destpêkirina operasyoneke nû ya leşkerî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Û çawa êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Sûriyê dê bibe sedema zêdebûna çalakiyên terorîstên DAIŞê
Di dawiya serdanê de her du aliyan piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel li hember gefên dagirkeriya Tirkiyê tekez kirin.