ÇalakîManşêt

Şandeyek ji buroya têkiliyên PYD’ê sardana buroya Partiya Yekîtiya Karkerên Kurdistanê kirin

Şandek ji buroya têkiliyan di Partiya Yekîtiya Demokoratîk PYD’ê duh 22’ê Sibatê, sardana buroya Partiya Yekîtiya Karkerên Kurdistanê li bajarê Qamişlo, ji bo li ser sewşa herêmê bi giştî, û rewşa Sûriya bi taybet biaxivin.

Şande ji Rohat Mela Xelîl û Xelîl Osman hevserokê hevbevbeş a buroya têkiliyê di Partiya Yekîtiya Demokratîk de, û Şêx Raxib El-Faris endamê buroya têkiliyê di partiyê de pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de: Mihemed Şêxî sekertêrê komîteya navendî yê Partiya Yekîtiya Karkerên Kurdistanê, Şelal Hesen endamê komîteya navendî û Wetha Ebd El-Ezîz berpirsiyara buroya navendî ya Partiya Yekîtiya Karkeran.

Hevdîtin li ser rewşa siyasî ya ku herêm tê de derbas dibe bi giştî, û herêmên bakurê û rojihlatê Sûriyê bi tatbetî axivîn. Her wiha herdu aliyan diyar kirin ku rewşa aram a ku herêm tê de dijî bi saya pirojeya Rêveberiya Xweser a ku mafên hemû pêkhateyan misgor dike.

Her wiha herdu aliyan destnîşan kirin ku sedema zêdebûna aloziya Sûriyê û neçareserkirina wê vediger destwerdana aliyên dewletên navneteweyî û herêmî ku her kes li gorî berjewndî û rojevên xwe.

Civîn bal kişand li ser rewşa aborî ya ku welatiyan li Sûriyê  dikşînin, ev jî ji ber xwesteka gelek ailyan e tê, ku ji bo bidestxistina armanc û berjewendiyên xwe yên siasî bêyî çareserkirina pisgirêkên civakê yên giran.

Her wiha li ser pêwistiya hişyariyê li hember kiryarên dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê ku nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de diçinin, îşaret kirin.

Herdû aliyan di dawiya civînê de tekezî kirin li ser pêwistiya domandina hevdîdinan di navbera partiyên siyasî û xebata li ser çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî.

Back to top button