ManşêtNûçe

Şandeya Şengalê li Silêmaniyê serdana Nûnertiya PYD’ê kir

Şandeya Meclîsa Xwerêveberiya Demokratîk a Şengalê û Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li Silêmaniyê serdana Nûnertiya PYD’ê kir.

Şandeya Şengalê ku pêk hatibû ji berpirsê rêxistina Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî, berpirsê pêywendiyan ê PADÊ û Hewserokê Desteya Rêveber a Encûmena Şengalê Qasim Xelef, serdana PYD a Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeya Şengalê ji aliyê nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Îbrahîm Hesen ve li bajarê Silêmanî hate pêşwazîkirin.

Di civînê de her du aliyan anî ziman ku wê alîkariya hev bike û ji bo çereseriya pirsgirêkan jî di nava têkiliyan de bin.

Back to top button