ManşêtNûçe

Şandeya Rêveberiya Xweser li parlamentoya Fransayê ye

Şandeya Rêveberiya Xweser ku ji cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid û hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa pêk tê di der barê rewşa dawîn a li herêmê, geşedanên siyasî û sivîl ên li herêmê de li pêş endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê bi serkêşiya John Louis Borlange, diaxivin.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê di destpêka civînê de got: “Îro şandeya we rastiya siyaseta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li ser jiyana hevbeş a pêkhateyan û wekheviya di navbera her du zayendan de ava dibe, radigihîne.

Di şert û mercên dijwar de we şerê terorê kir. We her tim hewl da pergaleke demokratîk ava bikin ku li ser wekheviya di navbera kêmneteweyan, olan û her du zeyendan de ava dibe.”

John Louis Borlange behsa gelê Kurd kir û got: “Rastiyeke dîrokî heye ku nayê înkarkiirn ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de rastî zilmê hat û ji mafên xwe bê par hat hiştin. Îro jî ji bo pêkanîna demokrasiyê, dabînkirina mafên Kurdan û hemû pêkhateyên din bi şêwazekê ku yekitiya Sûriyê pêk bîne, tê dikoşe. Bi vê yekê roleke girîng dilîze da ku dewleta demokratîk û aram were avakirin ku mafên hemûyan misoger dike.”

Piştre cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebid behsa mudaxeleyên dewletên herêmî di Sûriyê de û çawa tevgera gel veguherî şerekî navxweyî, kir ku ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê rewşa li Sûriyê bi kar anîn û her yekê ajandeyên xwe ferz kir.

El-Ebid bal kişand ser têkoşîna li dijî terorê û got: “Ji destpêkê ve Fransa bi roleke mezin rabû û helwesteke diyar nîşan da. Her tim li kêleka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî terorê de sekinî.”

El-Ebid spasiya Fransa, gel û hikumeta wê kir ku piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser kir ku nûnertiya nirxên demokrasiyê, wekheviya di navbera pêkhateyan de dike û rêzê ji pirrengiya çandî û olî re digire.

Li aliyekî din Leyla Mistefa jî axivî û rewşa li Reqayê şîrove kir. Leyla bi bîr xist ku heta niha xebatên ji nû ve avakirinê bi giştî pêk nehatine û wiha domand: “Li herêmê gelek xebatên xizmetguzariyê kêm in mîna ava vexwarinê û avakirina piran. Divê şert û mercên guncaw werin amadekirin ku şêniyên Reqayê li gel van rewşên dijwar vegerin warên xwe.”

Civîn bi bersivandina pirsên rojnamevanan berdewam e.

   

       

Back to top button