ÇalakîJinManşêt

Şandek ji Têkiliyên Jin di PYD’ê de serdana Meclisa Jin a Sûrî li Hesekê kir

Şandek ji têkiliyên jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, duh 9’ê Mijdar, serdana nivîsgeha Meclisa Jin a Sûrî li Hesekê kir, ji bo ku bi hev re kordînasyon û xebatê bikin.

Şande ji “Erîfa Bekir” û “Şadiya Omer” endamên têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat de pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de, “Cîhan Hemza” rêvebera di Meclisa Jin a Sûrî li Hesekê, û “Emîra Xelef, Ibtîhal El-Salih, Kewser Mardînî, Macda Mirşo, Hêvîn Îsa, Alaniya Ibrahîm û Suad Xelo” endamên di meclisê de.

Di serdanê de, li ser çawaniya aktîvkirina rola jinê di civakê de, di her warî de nîqaş hate kirin.

Her du aliyan, rola Meclisa Jin a Sûrî di civakê de bilind nirxandin, her wiha pêwistiya berwerdekirina jinan di nava kampan de, piştgirya deronî ya wan, û amedakirina werşatên kar û bernameyên bêhnvedanê ji zarokên li kampan.

Di dawiya serdanê de, her du aliyan tekezî li ser domandina hevdîtinan û berdewamkirina hevsengî û xebatê di nav bera xwe de kirin.

   

Back to top button