ÇalakîJinManşêt

Şandek ji Têkiliyên Jin di PYD’ê de serdana kesayetyên rewşenbîr li Hesekê kir

Şandek ji têkiliyên jin di Partiya Yekêtiya Demokrat PYD, duh 9’ê Mijdarê, serdana kesayetên rewşenbîr li bajarê Hesekê kir, ji bo li ser rola jinê bi giştî û rola jina rewşenbîr bi taybet biaxivin.

Şande ji “Erîfa Bekir” û “Şadiya Omer” endamên têkiliyên jin di Partiya Yekêtiya Demokrat de pêk hat.

Di pêşwaziya wan de, “Kewser Mardînî” û “Hena Daûd” endamên ji Yekîtiya Rewşenbîrên li herêma Cizîrê.

Di dema serdanê de, li ser dozên siyasî, çandî û civakî yên girêdayî jin nîqaş hate kirin, her wiha li ser çawaniya aktîvkirina jinê ji bo rola wê di civakê de, ji ber ku şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê nasîn.

Destnîşan kirin ku jina rewşenbîr di civakê de roleke wê ya mezin heye,ji ber vê yekê pêdiviya semîner û werşat bi hemû jinên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, bi hemdema nêzîkbûna roja cîhanî ya tundiya li dijî jin.

Di serdanê de tekezî li ser domandina xebat, piştgiriya jina rewşenbîr di hemû warî de û domandina kordînasyon di nav bera wan de, kirin.

 

Back to top button