Şandek ji Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), duh, 16’ê Tebaxê serdana yekîtiya parêzeran li herêma Firatê kir. Şande ji hevserokê partiyê “Enwer Muslim” û hejmarek ji endamên meclisa giştî ya partiyê pêk hat.
Di hevdîtinê de, her du aliyan geşedanên dawî yên siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û li ser bakurê rojhilatê Sûriyê bi taybetî nîqaş kirin. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Enwer Muslim rola parêzeran di parastina dad û mafên mirovan de nirxand.
Parêzeran jî li ser rewşa xizmet û civakê, sedemên koçberiyê û awayên gengaz ên kêmkirina wê, û pêşxistina projeyên aborî û piştgiriya çandinî, pîşesazî û sektora taybet axivîn. Parêzeran bi vê serdanê kêfxweşiya xwe anîn ziman, û bal kişandin ser pêwîstiya dubarekirina serdanên bi vî rengî.