ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana Partiya Têkoşîna Demokratîk kir

Di nava serdanên ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pêk tîne li gel partiyên siyasî, îro di dîroka 9’ê Poşperê, şandek ji partiya me serdana buroya Partiya Têkoşîna Demokratîk kir.

Şandeya partiya me ji “Rohat Mele Xelîl” û “Xelîl Osman” hevserokatiya buriya têkiliyan di partiyê de, û “Şêx Raxib El-faris” endamê buroya têkilyan pêk hat.

Şande ji hêla “Siûd Mecdel”, “Xunav Mele” hevserokatiya Partiya Têkoşîna Demokrat, “Ridwan Xelef”, “Reşa Xelef” û “Alaa Mehî” endamên di partiyê de, hatin pêşwazî kirin.

Her du aliyan li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî û herêmên bakur û rojhialtê Sûriya bi taybet axivîn, her wiha ser rola partiyan di Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya de, û pêwistiya danîna mekenîzmeya piştgiriyê û pêşxistin û danûstendina nerînan.

Her wiha di serdanê de behsa rewşa Aborî û civakî kirin li herêmên bakur û rojhilatê Sûriya, û pêwistiya domandina van hevdîtinan ji bo gihaştina dîtinek hevbeş di navbera partiyên siyasî de.

Her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya hevsengiyê û alîkariyê di nav bera tevahiya partiyên siyasî, ji bo kêmkirina zextê li ser Rêveberiya Xweser.

Hat destnîşan kirin li ser dîtina çareseriyên guncaw ji bo tevahiya dozan.

Her du aliyan tekez kirin li ser pêşketina Rêvebriya Xweser di bin yek sîwanê de û bi hevkariyek hevbeş, gotin: Em hêz û vîna xwe ji gel digrin, û Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya ew bi saya fedekariya tevagiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriya ye.

       

   

Back to top button