Şandek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, duh 5’ê Berfanbarê, serdana êla El-Begara li bajarê Hesekê kir.
Şandeya partiya me ji “Foza Yûsif” û “Salih Mislim” endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD,” Xelîl Osman” hevserokê nivîsgeha têkiliyan di partiyê de û şêx “Raxib El-Faris” endamê nivîsgeha têkiliyan di partiyê de pêk hat.
Ew ji aliyê rûspiyên şêxên di êla El-Begara de hatin pêşwazîkirin.
Di derbarê serdanê de, li ser rewşa siyasî ya heyî li herêmê û geşedanên dawî li ser qada Sûrî hat nîqaşkirin.
Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat “Foza Yûsif” got ku hêzên navdewletî û herêmî hene ku li ser geşkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûrî de û têkbirina aramiyê bi riya şerê medyayî û şerê deronî li herêmê dixebitin.
Her wiha da zanîn ku ragihandina medyayî ya vê dawiyê ji aliyê Şamê ve, ku lihevkirinek bi Kurdan re hat kirin û hin herêm radestî rêjîma Sûriyê hatin kirin, berovajî rastiyê ye, ji ber ku Partiya Yekîtiya Demokrat û Rêveberiya Xweser pabend in bi pernesîpa netewa demokrat û her lihevkiriek li gel her alieyekî dê bi tevlîbûn û rêveberiya hemû pêkhatiyanbe. Her wiha divê em bi hev re kar bikin da nekevin vê kefikê û li dora Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokrat kom bibin û ev rêya pêkbnîna aramiyê li herêmê ye û dê rê li ber çareseriyeke radîkal li Sûriyê veke
Ji aliyê xwe ve, Salih Muslim tekez kir ku divê em yekîniya xwe li hember her êrîşek biparêzin û êlan rolek girînge di rûbirûna şerê taybet de heye ku jiyan hevbeş a aştiyê ya di navbera me de dike armanc.
Di serdanê de rûspiyên êla El-Begara tekez kirin ku ti hêz di geşkirina nakokiyan de bi ser nakeve û çawa ku xak û gelê me li hember DAIŞ’ê û dagirkerya Tirk hate parastin em ê jî bi hev re komployên li dijî pêkhateyên herêmê ku tê meşmandin, têk bibin.