ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana Desteya Rûspiyên bakur û rojhilatê Sûriyê kir

Şandek ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê, duh 12’ê Tîrmehê serdana Desteya Rûspiyên bakur û rojhilatê Sûriyê kir.

Şande ji “Rohat Mela Xelîl” û “Xelîl Osman” hevserokê buroya têkiliyê di partiyê de, û endamê buroya têkiliyê ya partiyê şêx “Raxib El-Faris” pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de serokê dîwanê Desteya Rûspiyan “Fûad Başa” û “Hekem Xelo”, û koordînatorê giştî yê Desteya Rûspiyan “Hember Hesen”.

Her du aliyan di axaftina xwe de li ser awayên çareserkirina bandora hin ji kevneşopên kevnar di civakê de, û bi taybet ê girêdayê mafên jin di adet û kevneşopiyên eşêrî de û pêwistiya rakirina zilma li dijî jin di civakên rojhilatê de bi giştî, nîqaş kirin.

Her wiha li ser hewildanên aliyên ku dijminahiya Rêveberiya Xweser dikin ji bo derxistina fitne di navbera pêkhateyên bakur û rûjhilatê Sûrî de, û çawa li ber van hewildanan bisekinin ji bo parastina aramî û jiyana biratiyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî û têkbirina pilanên dewletên herêmî ji bo têkbirina vê Rêveberiyê û di serî de dewleta Tirkiyê, axivîn.

Back to top button