ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana buroya Yekîniyên Parastina jin (YPJ) li Qamişlo kir

Şandek ji partiya me;Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) 23’ê Kanûnê, serdana buroya Yekîniyên Parastina Jin(YPJ) li Qamişlo kir, ji bo li ser geşedanên li ser qada siyasî li Sûrî bi taybet û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi taybet biaxivin.

Şande ji Rohat Mela Xelîl û Xelîl Osman hevserokatiya buroya têkiliyê li Partiya Yekîtiya Deomkertîk PYDê û Şex Raxib El-Faris endamê buroya têkiliyê di partiyê de pêk hat.

Her wiha Nisrîn Ebullah berdevka fermî bi navê Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê di pêşwaziya wan de bû.

Her du aliyan li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsa û pêdiviya hevgirtina gelê me li hember van êrîşan bisekinin ên ku hewl dide ku destkeftiyên şoreşa Rojava têk bibe, nîqaş kirin.

Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya diyaloga Kurdî-Kurdî û nêzîkbûna rêzên di navbera hemû aliyên siyasî kirin.

Back to top button