ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana buroya Tevgera  Çaksaziyê li Sûriyê kir

Şandek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, 5’ê Pûşper serdana buroya Tevgera Çakzasiyê li Sûriya” kir.”

Şande ji hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Enwer Muslim, berdevka fermî bi navê partiyê Sema Bekdaş, Hevserokê buroya têkiliyê di partiyê de Xelîl Osman û endamê buroya têkiliyê di partiyê de Şex Raxib El-Faris pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de Emced Osman endamê desteya rêveber a Tevgera Çaksaziyê, Îyad Ebd El-Kerîm û Hewas Delê endamê Kordînasyona Giştî û Nalîn Hesen endama buroya jin.

Di serdanê de herdu aliyan li ser rewşa siyasî û aborî li herêmê bi giştî û li herêmên bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet axivîn, û li ser jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de û ji bo berjewendiya Projeya Netewa Demokrat xebat bikin, tekez kirin.

Herdu aliyan li ser xebat û hevkariya hevbeş û dîtina çareseriya koncaw ji hemû dozên berbiçav li herêmên bakur û rojhilatê Sûriya piştrast kirin.

   

Back to top button