ÇalakîManşêt

Şandek ji Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk serdana partiya me li Reqayê dike

Bi armnca nîqaşkirina rewşên siyasî û aloziya li Sûriya, nîqaşkirina çareseriyên lazim ji bo gihaştina civakek rêxistinkirî ji hêla siyasî tê de azadî û mafê nêrînana hebe, şandek ji Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriya serdana navenda partiya me li herêma Reqyê kir, şande ji (Yehya Mehmûd) ji rêveberiya buroya Partiya Hevbendiya Niştimanî li Reqayê, her wiha (Abdul Rehman Xelef, Casim Kedro û Ehmed Qedûr) wekî din endamên buroya jin û ragihandinê, pêk hat.

(Cûliydanê de rewşa li herêma Reqayê bi giştî hat nîqaş kirin, her wiha riyên ku li hember şarê taybet bisekinin yên ku Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriya dike hedef.

Her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya xebata hevbeş ji bo yekkirina xîtaba siyasî û zanîbûna kesan û civakê, û naskirina wan ji rastiya dijwarî û gefên ku li hember herêmên me pêk tên, bi taybet xeteriya Tirkî, wek din kar bikin li ser li dar xsitina semîner û diyalogan ji bo şîrovekirina zilma ku li hember rêbertî pêk tê, û rola partiyên Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyek gelêrî bidin doza rêbertî, û gihandina dengên me bighêjin civaka navdewletî ji bo zextê li Tirkiya bikin da ku tecrîda li ser rêbertî bişkînin.

Her wiha her du aliyan I ser rewşa aborî û çawaniya alîkariya Rêveberiya Xweser bikin ji bo van pirsgirêkan xelas bibin, nîqaş kirin.

 

Back to top button