ÇalakîManşêt

Şandek ji Partiya Azadî Kurdistan serdana partiya me kir

Şandek ji Partiya Azadî Kurdistan, îro serdana buroya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Qamişlo kir, ji bo xurtkirina têkiliyan di navbera partiyên siyasî bi awayekî mezintir.

Şandeya Partiya Azadî Kurdistan ji Mihemed Hesen Noman, û Ebdê Remdan endamên buroya siyasî di partiyê de pêk hat.

Şandeya mêvan ji hêla hevsrokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Enwer Muslin, hevserokatiya buroya têkiliyan di partiyê de Rohat Mele Xelîl û Xelîl Osman, her wiha endamê buroya têkiliyan Şêx Raxib El-Faris hatin pêşwazî kirin.

Her du alî li ser geşdanên siyasî li herêmê axivîn, nîqaş li rewşa jiyanî û aborî li bakur û rojhilatê Sûriya hat kirin, wekî din li ser pêwistiya Yekîtiya Refa Kurdî.

Her du aliyan di hevdîtinê de tekez kirin li ser pêwistiya xurtkirina têkiliyan û danûstendinan di navbera partiyên siyasî de ji bo piştgirî û pêşxistina projeya Rêveberiya Xwser, ji ber ku ev proje, projeya tevahiya pêkhateyên herêmê ye ji kurd, ereb, û suriyan..

Di dawiya serdanê de her aliyan destnîşan kirin li ser domandina van hevdîtinan, û li ser giringiya kar û hevsengiya di navbera hemû partiyên siyasî ji bo li hember hemû komployên ku li dijî gelê me pêk tên bisekinin.

Back to top button