ÇalakîJinManşêtPYD

Şandek ji Meclisa Jin a PYD serdana nivîsgeha Partiya Sûraya li Til Temir dike

Bi armanca peywendî û xurtkirina têkiliyan bi tevahiya pêkhateyan re, û kordînasyona di navbera tevahiya tevgeran û partiyên siyasî de, şandek ji Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD serdana nivîsgeha Sûraya ya Demokrat a Aşûrî li navçeya Til Temir kir.

Şandeya serdan kir ji berdevka Meclisa Jin “Zehra Semo”, “Nisrîn Elî”, “Cinkîman Şêxo” endamên meclisa jin, û ”Heyat Hesûn” berdevka jin li navçeya Til Temir, pêk hat.

“Madlîn Xemîs” hevseroka Partiya Sûraya ya Demokratîk, “Corcîna Werda” hevseroka nivîsgeha Til Temir, “Heyda Sîmon”, “Şemîram Sîmon”, “Sînar Sîmon”, “Nînewa Efram Mûşa” endamên di partiyê. Pêşwaziya şandeyê kir.

Her du aliyan li ser gefên dewleta Tirk ên domdar li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya nîqaş kirin, her wiha hedefgirtina jinê di tevahiya waran de, bi tayebt jina Aşûrî ji dema şoreşê, ji bo sikenandina vîna jina azad ya ku têkoşîn kir heta vê demê bi hemû hêza xwe, tekez kirin ku armanca dewleta Tirk têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e ya ku bi saya hevgirtina pêkhateyan hat avakirin.

Her du aliyan îşaret kirin li ser pêwistiya rêxistina civak û jinê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriya û belavkirina zanînê di navbera ketagoriyên civakê de ji êrîş û diyardeya kuştinê ya ku der heqê jinê pêk tê.

Di dawiya hevdîtinê hat tekez kirin li ser pêwistiya hevsengî û xebata hevbeş ji ber ku hêza jinê di yekîtiyê de ye.

Back to top button
Close