ÇalakîJinManşêt

Şandek ji Meclisa Jin a PYD serdana navenda Meclisa Jin a bakur û rojhilatê Sûriya kir

Şandeyek bi navê Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, îro serdana navenda Meclisa Jin a bakur û rojhilatê Sûriya li Qamişlo kir.

Şande ji “Sebah Osman”, Şerîfa Hesen, Erîfa Bekir” endamên Meclisa Gişît di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de, û “Zehra Semo, Rozelîn Bekir, Hayistan Hesen” endamên di Meclisa Jin a partiyê de pêk hat.

Şande ji hêla Stêr Qasim, Bêrîvan Feqe, Sîham Emoka, Jiyan Hisên, Corcêt Bersûmo û Necla Temo endamên Meclisa Jin a bakur û rojhilatê Sûriya hatin pêşwazî kirin.

Di destpêka hevdîtinê de, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat, li dar xistina kongreyê Meclisa Jin a bakur û rojhilatê Sûriya yê yekemîn di dîroka 11’ê Poşperê de pîroz kir.

Nîqaş li ser rewşa jinê li herêmên dagirkirî hat kirin, û fedekariyên ku pêşkêş kiriye di hemû waran de çi siyasî, leşkerî, civakî û çandî be, wekî din li ser pêwistiya danîna mekenîzmeya kar û belavkirina wê di nava rêxistinên civaka sivîl de hat behs kirin.

Her du aliyan tekez kirin li ser domandina van hevdîtinan, û xurtkirina têkiliyên jin bi awayekî mezintir.

Back to top button