ÇalakîManşêt

Şandek ji Meclisa Jin a PYD serdana jinên êla Şerabiyîn li Til Hemîs kir

Ji bo xurtkirina têkiliylên di navbera jinên bakur û rojhilatê sûrî ji hemû pêkhateyan de, şandek ji nivîsgeha têkiliyên meclisa jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê de bi nûnertiya “Erîfa Bekir” û “Şadiya Omer”, serdana jinên êla Şerabiyîn li navşeya Til Hemîs kir.

Di hevdîtinê de, li ser hevkariya di navbera jinên ji hemû pêkhateyên herêmê de, rola jin di şoreşa Rojava de û aktîfkirina rola jinê ya pêşeng di civakê de hate gotobêjkirin.

Jinên êla Şerabiyîn helwesta xwe ya qebûlkirina fikirê Partiya Yekîtiya demokratîk anîn ziman, her wiha pêwistiya rizgarkirina jin û têkoşîna wê û parastina destkeftiyên şoreşê.

Herdu aliyan li ser pêwîstiya avakirina meclisa êlên jinan, mîna meclisa mêran, ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan ên di nava êlan de û xebat ji bo birêxistinkirin û xurtkirina jinan di nava êlan de nîqaş kirin, û ku Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk dê piştgiriya rêxistineke wiha bike.

Di dawiya hevdîtinê de, her du alî li ser domandina sedanan ji bo  xurtkirina peywendiyan tekez kirin.

Back to top button