ÇalakîManşêt

Şandek ji Buroya Têkiliyên PYD’ê sardana buroya Desteya Neteweyî ya Erebî kir

Şandek ji Buroya Têkiliyên Partiya Yekîtiya Dermokratîk PYD’ê, duh 1’ê Adarê sardana buroya Desteya neteweyî ya Erebî li bajarê Qamişlo kir, ji bo li ser geşedanên dawî yê siyasî li herêmê bi giştî û li Sûriya bi taybet biaxivin.

Şande ji Rohat Mela Xelîl û Xelîl Osman hevserokê hevbeş ê Buroya Têkiliyan di Partiya Yekîtiya Dermokratîk (PYD) de, û Şêx Raxib El-Faris endamê buroya têkiliyan di partiyê de, pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de Muhemed El-Binyan serokê Desteya Neteweyî ya Erebî, Newal Mezîd rêveberiya buroya jin di desteyê de û Yehya Mehmûd serokê buroya ciwanan di Desteya neteweyî ya Erebî de.

Di hevdîtinê de li ser pêwistiya xurtkirina têkiliyan di navbera hedû aliyan de, ji bo li hember hemû birsgirêk û şêwazên ku zirarê digihêjê berjewendiya giştî, nîqaş kirin.

Herû aliyan destnîşan kirin ku pirojeya neteweya demokratîk, pirojeya armanca wê çareseriya aloziya Sûriyê û gihaştina Sûriyeke pirreng ne navendî, ku mafên hemû çandan misoger dike, her wiha tekez kirin li ser pêdiviya li hember hemû pîlanên ku bi armanca çandina fitneyan di navbera hemû pêkhateyan de, bisekinin.

Hevdîtin bi tekeziya li ser pêwistiya yekkirina refan di navbera hemû partiyan, ji bo parastina destkeftiyên şoreşê ya ku bi saya xwîna bi hezaran ji gelên me bi destxist, bi dawî bû.

Back to top button