ÇalakîManşêt

Salvegera 19’emîn a damezrandina Partiya me li Berlînê hate pîrozkirin

Civaka Kurd û çalakvanên Kurd li Berlîn a Almanyayê, bi boneya 19’emîn salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pîroz kirin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, pişter Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim bi rêya Skpye axaftinek pêşkêş kir û tê de salvegera damezrandina partiyê pîroz kir û serhildana Qamişlo ya sala 2004îan bi bîr xist ku tê de rêjîma Sûriyê hewl da ku berxwedana gelê Kurd piştî salekê ji damezrandina Partiya Yekîtiya Demokrat tune bike.

Muslim di axaftina xwe de diyar kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk heta sala 2011’an xebatên rêxistinî yên xurt meşandine û destnîşan kir ku şoreşa Rojava berhema fedakariya bi hezaran şehîdan e.

Muslim der barê tecrîda ferzkirî li ser Rêber Ocelan de jî diyar kir ku divê ev tecrîd bê şikandin.

Piştre Hevserokê Rêxistina Federal a Kurd a Zanîngehê “Kerem Gok” axaftinek kir û wiha got:

Bi salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk ez li Rêber Abdullah Ocelan, dayîkên şehîdan û hemû welatparêzên ku xwe bi têkoşîna azadiyê re feda kirine, pîroz dikim, Partiya Yekitiya Demokratîk beriya buhara Ereb li Rojava hate damezrandin, û Kurd amade bûn ji ber ku bi rêxistinkirî bûn û xwedî sazî bûn û Partiya Yekîtiya Demokrat kevirê bingehîn ê şoreşa Rojava bû.

Back to top button