ManşêtNûçe

Salih Muslim: Li Astanayê biryara êrişa li ser Hesekê hate dayîn

Endamê Hevseroktiya Konseya Partiya Yekîtiya Demokrat Salih Muslim derheqê êrîşa DAÎŞ’ê ya li Hesekê ya li ser Girtîgeha Sînaayê axivî.

Muslim diyar kir, domdariya êrîşê mezİnbûna plana êrîşê nîşan dide, êrîş ji derve hatine eyarkirin û ya girîngtir lîderekî çeteyan ku beriya niha hatî girtin jî ev gotiye û got, ‘’Hicreyên veşartî yê li herêmê, hemû muhîmmat û lojîst ji wan herêman ên di bin dagirkeriya Tirk de û ji Iraqê tên naxwe tiliya van di van êrîşan de heye. Wiha tê fêhmkirin ev demeke haziriya van êrîşan tê kirin wiha fêhmkirin ne ku hema wiha ji ber xwe ve çêbûye.’’

Muslim bi bîr xist beriya bi mehekê hêzên QSD’ê bi operasyonekê rayedarekî payebilind ê DAÎŞ’ê hatiye girtin, wê demê vî kesî planên êrîşê vegotiye, li xwe mikur hatibû bi wesayetên bombebarkirî wê êrîş bianîna, piştre çete biketana hundir û DAÎŞ’iyên girtî berdane.

Muslim got, ‘’Her kes pê dizane ku êrîş beriya niha plan kirine. Li qadên jîgehên sivîl cebilxane hatine danîn. Bi hicreyên veşartî yên li Hesekê heta bi girtîgehê çûne. Çeteyên li hundir jî tevlîhevî kirine. Hin çeteyan hewl dan ku bazdin. Agahiyên zelal her ku diçe derdikevin holê. Ji duh ve li girtîgehê û derdora wê şer heye. Hin jê reviyane taxên din ên bajêr. Hêzên Ewlehiya Navxwe ji bo ku bajêr ji çeteyan paqij bike li Hesekê qedexeya derketina derve ragihandine.’’

Muslim bi berdewamî diyar kir ku di civîna dawî ya Astanayê de ji 10 xalên ku hatine nîqaşkirin 8 jê derheqê Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye, bi gotina, ‘ew der terorîst e, dabeşar e’’ hatiye xwestin ku hilweşînin û got, ‘’Ev hemû konseptek e. Gava pêşî ya êrîşê ev e. Êrîşên ji Şehba heta bi Zirganê, dorpêçkirina herêmê, ji aliyê Başûrê Kurdistanê û rejîma Sûriyê ve girtine deriyê sînoran, çekdarkirina DAÎŞ’iyên li kampên herêmê û girtîgehan, ev hemû parçeyek ji vê konsepte ne.

Li her deverê çi qasî bikaribin tevlîheviyan bikin ev di berjewendiya wan de ye. Hemû armanca êrîşên dewleta Tirk rûxandina rêveberiya vir e. Ji ber vê tişta ku ji dest wan tê texsîr nakin. Heta niha bi dehan hicreyên DAÎŞ’ê û çete hatine girtin û têkiliya van hemûyan ên bi dewlta Tirk re derketin holê. Ji ber vê ên ku ev êrîş anîne ne bi serê xwe ne. Hin kes muhîmah û desteka lojîstîk dide van. Naxwe biserê xwe nikarin vê bikin.’’

Muslim bi berdewamî diyar kir di serî de hêzên navnetewî divê hemû cîhan talokeya DAÎŞ’ê bibîne û got heke girtiyên DAÎŞ’ê birevin, ku hijmara wan bi qasî deh hezaran e, ev ê herî pir tesîrê li ser welatên rojavayî bike û got, heke bi rastî jî dixwazin ji terorîzmê xilas bibin divê alîkar bin û li dijî wan hêzan bin ku destekê didin DAÎŞ’ê.

Muslim bi berdewamî got ew dixwazin dadgeheke navnetewî ava bike û DAÎŞ’î li wir bêne darizandin û diyar kir ew ê ji ber êrîşan dev ji jiyana azad û demokratîk neqerin û li ber xwe bidin.

ANF

Back to top button