ManşêtNûçe

Salih Muslim komkujiya li Eyn Îsayê şermezar kir

Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Îro artêşa Tirk a dagirker mala “Zêdan Xelef El-Îsa” a li gundê Sefawiyê yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê hedef girt û 4 endamên malbatê qetil kir. Beriya hefteyekê jî li Konya ya Tirkiyê di êrişa nîjadperest de 7 endamên ji heman malbatê hatibûn qetilkirin.

li dijî êrişên dagirkeriya Tirk endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bang li dewletên navneteweyî kir ku tedbîran bigirin û got: “Erdogan ji Hîtler xerabtir bûye. Divê rê li van êrişan bê girtin.”

Salih Muslim ku diyar kir ku hikuemta Şamê û Rûsya ji komkujiya li Eyn Îsayê berpirsiyar in.

Muslim, van hovîtiya dewleta Tirk li dijî gelên herêmê şermezar kir û got: “Li ber çavên cîhanê vekirî ev hovîtî pêk tê. Li dijî berxwedana gelê Kurd asta êrişan xurtir bûye. Dewleta Tirk har bûye û li her cihî êriş dike. Heman komkujî li Konyayê jî pêk anîn. Ev komkujî bi armanca jenosîdê tên kirin. Em hêvî dikin ku gelê me hişyar be. Ji berxwedanê pê ve tu rê li pêşiya gelan nema ye.”

Muslim daxuyand ku dewleta Tirk lawaz bûye û ji ber wê yekê êirşên xwe Ii dijî gelê herêmê xurt dike û wiha lê zêde kir: “Di şer, dîplomasî, aborî, siyasetê de şikesti ye. Êrişên wan li ser sivîlan li her cihî pêş ketine. Ji ber wê em nizanin wê dewleta Tirk çi bike. Divê gelên me hemû hayedar bin. Ruxmî ku dewletan garantiya agirbestê dabûn, lê hîn jî êrişên wan nasekinin û sivîl tên qetilkirin. Ev dijminê gelan ne tenê sivîlan qetil dikin, heta êrişî gorên şehîdan dikin. Dewletên navneteweyî li dijî vê hovîtiya dewleta Tirk tenê daxuyaniyên şermezarkirinê didin. Ev ne bes e, tiştên din ji wan tê xwestin. Divê dewletên navneteweyî tedbîran bigirin. Dewleta Tirk ji Hîtler xerabtir kiriye. Divê pêşî lê bê girtin.”

Salih Muslim bal kişand ser hebûna hêzên Rûsya û hikumeta Şamê li cihê komkujiya ku pêk hatiye û ev tişt got: “Cihê ku hikumeta Şamê û Rûsya lê ne, ev sivîl hatin qetilkirin. Ruxmî ku ji bo kontrolkirina agirbestê ev hêz li wir in, lê belê heya niha gelê herêmê ji van komkujiyan neparastine û dewleta Tirk nedane sekinandin. Ji ber wê jî hikumeta Şamê û Rûsya berpirsên van komkujiyan in. Heya niha tu helwest ji aliyê wan hêzan ve nehatine nîşandan. Encax li dijî van êrişan em xweparastina xwe xurt bikin.”

ANHA

Back to top button