ManşêtNûçe

 Salih Muslim: Êrîşa li ser Hewlêrê dibe, ew êrîş li ser Qamişlo ye jî

Endamê desteya hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê êrîşên mûşekî yên ser Hewlêrê ji kenala (Kurdistan24) re wiha diyar kir: “Êrîşa ku li ser Hewlêrê dibe, di heman demê de ew êrîş li ser Qamişlo ye jî, li ser Kobanî ye jî.”

Salih Muslim ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a (Kurdistan24)ê bû  derbarê êrîşên li ser Hewlêrê hat kirin.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Muslim diyar kir: “Êrîşa ku hatiye ser Hewlêrê, êrîşên terorî ne, şermezarkirin tenê ne bes e, di nêrîna min de ew êrîşên li ser Hewlêrê îro êrîşên li ser her mirovekî Kurd e. Her mirovekî Kurd ku îro çi jê tê xwestin, divê bike, berpirsyariyên xwe çi ne, divê bikin.”

Salih Muslim destnîşan kir: “Dijminê gelê Kurd îro ji ber destkeftên Kurd aciz e, dixwaze ji holê rake, ji ber vê yekê ji me tê xwestin ku em mil bi mil bin, yek dest bin bi hev re ku em karibin li hember van êrîşên ku têne kirin, li ser gelê Kurd, li ser Herêma Kurdistanê ku em karibin tev biparêzin.”

Muslim da zanîn: “Kî êrîş me dike, ji me re pir ne pêwîst e, êrîşên li ser me yên hovane, bi çi awayekî be, divê em li hember derkevin, duh li Gare êrîş hebû, îro jî li ser Hewlêrê heye. Ku em hîn xwe nekin yek û xwe nikaribin biparêzin, dê li her derê êrîş li ser me zêde bibin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Muslim diyar dike: “Êrîşa ku li ser Hewlêrê dibe, di heman demê de ew êrîş li ser Qamişlo ye jî, li ser Kobanî ye jî, li ser her derê ye, divê em li hember wê bisekinin. Şermezarkirin  tenê ne bes e.”

Salih Muslim destnîşan dike: “Êrîşên ku bi vî awayî têne ser sivîlan, ji kê dibe bila bibe, êrîşên hovane ne û weke DAIŞ’ê çawa êrîşî Kobanî dikir, ev jî ew êrîş in.”

Back to top button