ManşêtNûçe

Salih Muslim: Em rê nadin bazarên qirêj…û berxwedan wê her bidome

Salih Muslim destnîşan kir ku çekdarên hikûmeta Şamê bi zanebûn tevliheviyan derdixin, şêniyan aciz dikin û dixwazin dîsa herêmê bixin bi kontrola xwe.

Ji xwe ev bêhtirî 6 roajn e, li bajarê Qamişlo bi giştî aloziyeke ewlehiyê rû daye û sedem jî tevgera ne rewa a Çekdarên Dîfa El-Wetenî yên Hikûmeta Şamê ye.

Van çekdaran ne tenê endamên ewlekariyê, belê jimareke sivîl jî girtiye.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim der barê vê aloziyê ji bernameya Buyer a televizyona me Ronahî TV re axivî.

Muslim diyar kir ku rêveberî dikare hêzên hikûmeta Şamê ji Qamişlo rakin, lê têgihiştinek bi diyalogên berfireh ji bo tevahî Sûriyê pêwîst e.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn Îsayê jî, ku ew ê rê nedin bazarên qirêj û berxwedana QSD’ê wê bidome, ji ber ew xwediyê vê erdê ne.

Li ser bêdengiya Rûsyaya garantor li hemberî êrîşan jî Muslim dibêje ku Mosko dixwaze hemû herêmê radestî hikumeta Şamê bike, da berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bînin.

Muslim di dawiyê de sedema neçareserkirina aloziya Sûriyê heta niha, li dewleta Tirk bixwe vegerand.

Back to top button