ÇalakîManşêt

Rûspiyên êlên Şedadê: Rêveberiya Xweser misogeriya mafên hemû pêkhateyan e

Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Şedadê, bi hevsengiya bi rêveberiya kantona Hesekê, duh 6’ê Berfanbarê, civînek bi rûspiyên êlên herêma başûrê Hesekê li dar xist.

Civîna ku li navçeya Şedadê hat lidarxistin, bi amadebûna “Xelîl Osman” û “Rohat Mela Xelîl” hevserokê nivîsgeha têkiliyên partiyê û “Şêx Rexib El-Faris” endamê nivîsgeha têkiliyên partiyê, li gel rûspiyên êlên herêma başûrê kantona Hesekê. Di civînê de, amadebûyan rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê nîqaş kirin. Di gotûbêja xwe de, amadebûyan rewşa xizmetguzarî û ewlehiyê û bandorên qanûna Qeyser li ser herêmê û rewşa aborî ya gel, gotûbêj kirin.

Beşdaran bal hat kişandin ser hewldanên aliyên dijminê Rêveberiya Xweser a bi pêşengiya faşîstên Tirk, ji bo çandina nakokiyan û hedefgirtina ewlekarî û aramiya herêmê.

Rûspiyên êlan di civînê de tekez kirin ku pêkhateyên herêmê, qebîle û êlan piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyê piştrast dikin, her wiha tekez kirin ku Rêveberiya Xweser weke sîstemeke di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de ye, û ew projeya herî baş û serkeftî ye ji bo misogeriya mafên hemû pêkhateyan e û divê bê parastin.

 

Back to top button