ÇalakîManşêt

Rûspiyên êlan: Rêveberiya Xweser sîwana bingehîn ya hemû beşên herêmê ye

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD “Salih Muslim”, hevserokê nivîsgeha têkiliyan di partiyê de “Xelîl Osman” û endamê nivîsgeha têkiliyan şêx “Raxib El-Faris” civînek ji şêx û rûspiyên êlên herêma başûrê Hesekê re li dar xist, û êl ev in:

Sada- Mehasin- Bekara- Zibêd- Şiwêx- El-Qedat- El-Mulhim- El-Bû omêra- El-Herês- El-Fadil- El-Bûwêl- El-Meşheda- El-Rawî- El-Cewana- Bekara El-Bûrehma.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD “Salih Muslim” li serb rewşa siyasî ya ku Sûriya bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bi taybet tê de derbas dibe axivî, Muslim dest nîşan kir ku bûyerên li herêmê di rojên dawî de çêbûn hat piştî li dar xistina civîna “Asîtana” ya ku ji bo dîtina çareseriya aloziya li Sûriyê hat li dar xistin, lê di dawiya civînê de hat xuyanîkirin ku negihaştin ti çare.

Salih Muslim di axaftina xwe de, destnîşan kir ku dewleta Tirk armanca têkbirina aramî û awlehiya herêmê ye piştî fedekariyên gel ji bo bidestxistina azadiyê û jiyana hevbeş di nava herêmên xwe de, lê dewleta Tirkiyê êrîşên xwe û siyaseta xwe ya faşîst li dijî gelê herîmê pêk tîne û hemû şêwazên şkandina vîna gelê kurd bikar têne.

Her wiha tekezî li ser pêwistiya yekrêziya hemû pêghateyên herêmê kir û mil bi mil ji bo rawestandina hemû komplo û êrîşên ku rê li ber wan digre da ku ev pêkhate karibin mafên xwe û azadiya xwe di herêmên xwe de bi dest bixin.

Di dawiya civînê de, rûspiyên êlan tekezî li ser hevgirtina xwe bi Rêveberiya Xweser li hember her êrîşek li ser herêmê kirin û gotin ku Rêveberiya Xweseriya Dermokrat a bakur û rojhilatê sûriyê sîwana bingehîn ya hemû pêkhate û beşên herêmê ye.

    

Back to top button