ManşêtNûçe

Rozelîn Bekir: Binpêkirinên li dijî jinê tê wateya binpêkirina hemû civakê ye

Di sala 1981’ê de hat diyar kirin ku roja 25’ê Mijdarê roja cihanî ya tundiya li dijî jinê ye, û ev rojeke cîhanî ye li gorî zagonên navneteweyî ye, ku ev roj hat diyakirin bi sedema armanjkirina her sê (Xuşkên Mêrbal) ên di wê demê de herî çalak bûn, û ev roj bû xalek e bû di dîroka berxwedana jinê ji bo bidestxistina azadiyê û wekheviyê.

Û li ser rola jinê di civakê de û pêwistiya bidestxistina azadiya wê û mafê wê û bi taybet jina li herêmên Bakur û Rojhilata Suriyê piştî rola wê ya xuyanî di şoreşa Rojava de, malpera me “PYDROJAVA” re hevdîtinek bi endama meclisa jin di Partiya Yekîtiya Demokrat de Rozelrîn Bekir kir, û îşaret kir ku çalakî û semînerên hişyakirinê her sal di roja cîhanê ya tundiya li dijî jinê tê li dar xistin, her wiha derketina xwepêşandanên şermezarkirina tundiya li dijî jinê ji destpêka dîrokê û heta roja me ya îro li hemî aliyên cîhanê.

Wiha domand: Em weke jinên li Bakur û Rojhilata Sûrî tekez dikin ku rizgarkirin jinê, rizgarkirina civakê ye û binpêkirinên li dijî jinê tê wateya binpêkirina hemî civakê, û ji ber vê yekê divê em hemû li hember diyrdeyên derûnî û fîzîkî ku li dijî jinê pêk tê bisekinin.

Bekir wiha lê zêdekir: tevî hemû şerên ku em tê de dijîn lê em li herêmên Bakur û Rojhilat Sûrî şoreşek rastîn dijîn tê naskirin bi”şoreşa jin”.

Bekir destnîşan kir: Encama şoreşa jinê afirandina jinê û rêxistina wê di hemî aliyên jiyanê nemaze di civakê de di sazî û tevgerên jinê de, her wiha beşdarbûna wê di partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser de, ku jin bi rêxistina xwe karîbû xwe biparêze ji hin rêbazên tundiyê, lê mixabin me nikarîbû şideta li dijî jinê li herêmîn Bakur û Rojhilata Sûrî rawestînin, ji ber dagirkirina deweleta Tirk ji hin herêmên me û lawazbûna rola rêxistinên ku bi mafê jinê eleqdarin.

Di axaftina xwe de Bekir îşaret kir li ser binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê derbarî gel û bi taybet jin li herêmên dagirkirî û got: Ev siyaseta dewleta Tirk li hemberî pirojeya demokratîk û êrîşê wê dihêle şideta li dijî jinê zêde bibe, ku dewleta Tirk û çeteyên wê hemî cûreyên îşkenceya derûnî û fîzîkî li dijî jinê li herêmên dagirkirî “Efrîn, Serê Kaniyê,û Girê Spî” pêk tîne.

Bekir tekez kir ku em wek meclisa jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk de bawer dikin ku divê jin bighêje azadiya xwe ku jiyanek bi rûmet ya ku misogeriya wê bi gihaştina dadgeh û wekheviya wê, û pêwîstiya tevlîbûna wê bi hemî biryaran.

Di dawiya axaftina xwe de Rozelîn Bekir endama meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk de bang kir li hemî sazî, tevger û rêxistinên jinan ên eleqdarin bi mafê jinê ji bo li dijî hemî rêbazên tundiya li dijî jinê bisekinin, û pêwîstiya wekheviya di navbera jin û mêr de, û rola wê bidestxistina azadiya wê û mafên wê, û wergerandina hemî dirûşmeyên mafê jinê daxwaz dikin li ser xaka rastîn ji bo sedsala bîst û yek bibe sedsala rizgarkirina jinê.

Back to top button