ManşêtNûçe

Rojnamevanên Kurdistanî li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên Tirkiyê şermezak kirin

Bi navê bi dehan saziyên medyayê yên li çar parçeyên Kurdistanê, Yekîtiya Ewropayê û Federasyona Rûsyayê, komek ji rojnamevan û xebatkarên medyayê li Navenda Çapemeniyê ya Ewropayê civîneke çapemeniyê lidar xist. Nêzî 400 xebatkarên çapemeniyê mohra xwe danîn binê daxuyaniya hevpar.

Daxuyanî bi gelek zimanan hate dayin û hate ragihandin ku dewleta Tirk li dijî Kurdan ‘şerê qirkirinê’ dike. Her wiha bêdengiya çapemeniya Ewropa û cîhanê hate şermezarkirin.

Daxuyanî ji aliyê Diler Akreî, Hîwa Aryen, Heval Arslan, Aysel Avesta û Selahattîn Işildak ve bi Kurdî (Kurmancî-Soranî), Îngilîzî, Fransî û Erebî ve hate xwendin.

Daxuyaniya ku bi navê Platforma Rojnamgerên Kurdistanî ve hate dayin wiha ye:

“Dewleta Tirk li herderê Kurdistanê şerê xwe yê qirkirina Kurdan didomîne. 17’ê Nîsanê, li Başûrê Kurdistanê li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê ku Hêzên Azadiya Kurdistanê lê bicih bûne, êrişek berfireh da destpêkirin. Ev êriş bi desteka leşkerî-îstixbaratî û bi erêkirina rêveberiya PDK’ê pêk tên.

Artêşa Tirk çekên kîmyewî jî di nav de ku li gorî peymanên navneteweyî hatine qedexekirin, her cure çekan bikar tîne. Çiyayên Kurdistanê bi mehane bi balafirên şer bombe dike.  Rojane hem ji hewa ve hem ji bejahiyê ve êrişê Rojavayê Kurdistanê dike, bi balafirên bêmirov ên biçek sûîqestan pêk tîne.

Dewleta Tirk tevî çeteyên DAIŞ, El Nûsra û çeteyên din ên cîhadîst herêmên Efrîn, Cerablûs, Ezaz, Bab, Girî Sipî û Serêkaniyê dagir kiriye.

Artêşa Tirk bi giştî dixwaze destketiyên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake. Bi taybetî jî dixwaze welatê Kurdên Êzidî Şengalê ku di 3’ê Tebaxa 2014’an bûbû hedefe êrişên qirker ên DAIŞ’ê, bifetisîne û jenosîda ku DAIŞ’ê nivjo hîştibû temam bike.

Dewleta Tirk dixwaze konjonktûra nû ya ku bi şerê Ûkraynayê derketiye holê, veguherîne firsendekê ji bo temamkirina qirkirina Kurdan. Li Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd û derdorên demokrasîxwaz û azadîxwaz terora dewletê tê meşandin. Bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên Kurd dîl hatine girtin.

Dewletên endamên NATO û Yekîtiya Ewropayê li dijî terora bê sînor a dewleta Tirk bêdeng in. Raya giştî ya Kurdistanê vê bêdengiyê weke pişgtgiriya ji bo qirkirina Kurdan dibîne û nerazîbûna xwe beyan dike.

Weke her gelî, mafê kurdan jî heye li ser axa xwe azad bijî û çerenusa xwe bi xwe diyar bike.

Divê neyê jibîr kirin ku dinya deyndarê kurdan e. Şervanên kurd li dijî belayeke mezin a cîhanî, DAIŞ’ê ku li navendên wekî London, Madrîd, Parîs û Brukselê xwîn rijand tekoşîneke bêhempa meşand. Bi dehhezaran kurd di vî şerê bêeman yê li hemberî DAIŞ’ê de, li Iraq û Suriyê canê xwe feda kirin da ku dinya di aramiyê de bijî.

Çapemeniya Ewropa û cîhanê jî li pêşberî sûcên mirovahiyê artêşa Tirk yên li hemberî Kurdan bêdeng e. Ev bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk ku hîn zêdetir qirkirinê bidomîne.

Ji ber vê yekê em wek rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê; Şerê qirkirinê yê dewleta Tirk yê li dijî Kurdan bi tundî şermezar dikin. Em KDP’ê ji ber hevkariya wê ya bi êrişên qirker ên artêşa Tirk re, bi tundî şermezar dikin û bang lê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya qirej ku zerar dide Kurdan û gelên herêmê, berde.

Em bang li welatên endamên NATO û Yekîtiya Ewropayê dikin ku piştgiriya xwe ya leşkerî, siyasî û aborî ya ji bo Tirkiyeyê qut bikin û nebin hevparê qirkirina Kurdan.

Em dixwazin hemû hevkarên me yên li Yekîtiya Ewropa û cîhanê li hemberî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk hesastir bin û tiştên li Kurdistanê diqewimin bi xurtî ji raya giştî re ragihînin.”

ANF

Back to top button