ManşêtNûçe

Rojnamevan Emîna Huseyîn xelata xwe diyarî şehîdên şoreşa Rojava kir

Roja şemiya borî rojnamevan û çalakvana Kurd Amîna Huseyîn ji ber xebatên ku di warê parastina mafên jinên Kurd û serweriya gelê Kurd de pêşkêş kirine, ji aliyê wezîra karên derve ya Katalonyayê ve bi Xelata Anima ya sala 2021`an hat xelatkirin. Xelata Anima ji kes û saziyan re tê dayîn ku li derveyî Katalonyayê mafên gelên bindest û mafên jinan diparêzin.

Rojnameger û çalakvana Kurd Emîna Huseyîn ji ajansa ANHA’yê re diyar kir ku xelata xwe diyarî hemû şehîdên şoreşa Rojava, şehîd Hevrîn Xelef, Barîn Kobanê, Arîn Mîrkan û jinên Rojava kiriye ku bi fedakariyên xwe dengê jinan gihand cîhanê.

Amîna piştrast kir ku şoreşa jinan li Rojava rewşa jinan li cîhanê guherand û got: “Şoreşa jinan li Rojava bandor li piraniya jinên cîhanê kir.”

Amîna wiha pê de çû: “Ji nêz ve min guhertinên li herêmê dişopandin, bi taybet di warê xebatên jinan de. Wan bandor li min kir û min xwest tiştekî bikim ku dengê wan bigihînim cîhanê.”

Her wiha destnîşan kir ku xebatên wê yên ji bo ragihandina dengê jinan bi tenê bi qada leşkerî ve sînordar neman û got: “Lê belê derbasî qada civakî û fikrî bû, qanûnên ku şoreşa jinan li Rojava derxistina, bi taybet qanûna qedexekirina pirjiniyê li cîhanê deng veda.

Qanûnên ku zewicandina zarokan an jî zewaca bi darê zorê qedexe dikin, civak jî guherand. Li derveyî herêmê ev guhartin wek veguherînên bingehîn tên dîtin. Her wiha tevgerên jinan ên cîhanê behsa van guhertinan dikin û ji ber vê yekê nêrîna cîhanê ya der barê jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de guherand.”

Amîna Huseyîn îşaret pê kir ku jin hewl didin deng û azarên xwe bigihînin aliyên peywendîdar û got: “Jinên kurd li Ewropayê bi jinên li herêmê re kar dikin da ku li ser astên fikrî, siyasî û aborî hevkariyê pêk bînin.”

Amîna Huseyîn diyar kir ku divê jin bi hev re bixebitin da ku civakeke femînîst ava bikin ku tê de jin rêveber bin da ku zîhniyeta baviksalar têk bibin.

Back to top button