DaxuyanîManşêt

Rojbûna rêber Apo rojbûna gelên azadîxwaz e

Gelê ku li seranserî dîroka xwe hewceyî pêşengekî bû ku ji koka wî were, hêvî û daxwazên wî bihewîne û bi êş û rastiya wî bihise. Şert û mercên ku gelê di dema heyî de tê re derbas dibe bê guman di encama zilma dijmin û xemsariya kurd û serokatiyên wan hat.

Rêbertî di 4’ê Nîsanê sala 1949’an li gundê Amara ji malbateke belengaz ji dayik bû, zaroktî û ciwantiya xwe li gorî nirxên gund û gelê xwe jiyan kir û êşa xwe jiyan kir weke her ciwaneke Kurd heta ku rastiya gelê xwe naskir, bû evîndarê gel û guhertineke ji zihniyet û rêxistinê pêk anî, tu carî rojbûna xwe pîroz nedikir û ne hat bala wî ku wê gelê wî û gelê Rojhilata Navîn wê vê rojê pîroz bike.

Piştî hat dîlgirtin dema ku hevalên wî ew bi bîr anî daxwaz ji wan kir ku daran biçînin di vê rojê de.

Bi ramana ku rêber Apo afirand û bi xebatên wî yên pratîkî û rastiya wî bi tiştê ku dibêje û pradîgema ya ku bidest xist ku bû dibistaneke ji hevalên wî re û hemû kesên azadîxwaz û bi rûmet jiyan bikin, û zanîna civak û gelan bi vê rastiyê wan kir dilsoz ji rêber Apo weke ku ew ji wan re dilsoz bû. Ji ber vê yekê gel rojbûna rêber Apo pîoz dikin, û dibînin ku rojbûna wî rojbûna wan e, bi vê yekê piştgiriya xwe bi rêberê dîlgirtî di destê faşîzma herî hov di mirovaiyê de diyar dikin.  Bila hêzên cîhanê yên ku wî dîlgirtin daxwaza azadiya wî bikin

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat de nekarin alîkar bin lê bi gelê xwe yê bakur û rojhilatê Sûriyê re bibin yek û vê roja ku ew rojbûna xwe dihesibîne pîroz bikin. Pîrozbahî ji gelê me yê berxwedêr bi rêberê me yê fedekar.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat

2021-4-3

 

 

Back to top button
Close