DaxuyanîManşêt

Roja Kobanê..roja cîhanî ya hevgirtina li dijî terorê

Di konferansa kurdistanê de ku di sala 2014’an de li parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin. Biryar hat dayîn ku roja yekem a mijdarê bibe Roja Cîhanî ya Hevgirtina bi Kobanê re. ku bûye sembola têkoşîna li dijî terorê û yekem şikestina herî mezin bi rêxistina terorê ya bi hêz ku komkojî li hemû cîhanê pêk anî, ji wê dîrokê ve karwanên azadîxwaz, demokratîk û nirxên mirovahiyê derketin qadan li tevahiya cîhanê ji bo li hember terorê derkevin û piştgiriya gelê kurd di têkoşîna wê de li dijî fikra tarî û amûrên wê ji terorîstan.

Kobanê ya ku tu kes ew nas nedikir berî berxwedana efsane, vîna gelê kurd îfade kir li hember terorê û alîgirên wê, û bû sembola gelên mezlûm li tevahiya cîhanê. Berxwedan çêbû bi rêbazên parastina kesane, tu tişt li cem gel tune bû ji bilî vîna azad li hemberî terora tarî ya bi çekên nûjen ji alîgirên wî bi awayên cuda, êdî karîbû bighêje bajarên mezin weke Musil, Dêra Zorê, û Reqa û gelek bajarên din bêyî berxwedanekê û her wiha artêşên dewletên mezin nikarîbû li hember wî bisekine, lê dema ku gihaşt Kobanê li hember vîna pola ya gelê kurd ket, di wê demê de gelê kurd ji her çarçeyên kurdistanê derketin ji bo piştgiriya wê, û dema ku cîhanê berxwedana gel ji bo rûmeta xwe nîşan da, hemû cîhan tevî koalîsyona navneteweyî, kom bûn û li kêleka gelê Kurd û pêkhateyên mayî sekinîn û şikestinên terora DAIŞ’ê li pey wê hatin. Paytexta xîlafeta xwe li Reqqayê ji dest da û paşê jî baregehên xwe yên dawî li Baxozê ji dest da.

Belê, Kobanê bûye sembola vîna azad a gelê Kurd û bûye sembola serkeftina başbûnê li dijî xerabiyê, ji ber ku gel û pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê berdêla vê serketinê xwîna bi deh hezaran zarokên xwe qurbanî dane, ku hezkirin û rêzgirtina ji bo vê berxwedan û yekîtiyê di nav gelên cîhanê de ava kir, ku azadîxwazan û demokrasiyan  xwe deyndarê vê berxwedanê dibînin û ev serkeftin ji bo her Kurdekî û ji bo hemû hevkarên têkoşîna Kurd li bakur û rojhilatê Sûriyê bûye cihê serbilindiyê.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrtîk û bi boneya roja cîhanî ya hevgirtina bi Kobanî re, dibînin ku serkeftina ku bi destê şêniyên Kobanê û pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûrî ew serkeftineke ji bo hemû mirovan re ye. Em bi rêzdarî li ber şehîdên xwe yên ku efsaneya Kobanê afirandin û hemû şehîdên azadiyê û rêhevalên wan ên şehîdên zindî ditewînin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li ruhê berxwedana Kobanê derkevin û ji vê berxwedana mezin a dîrokî ders bistînin, ji ber ku rêya di bin siya netewa demokratîk de wê me bigihîne azadî, demokrasî û biratiya gelan ev e, ya ku armanca şehîdên me yên ku xwîna xwe bedel dane ev bû. Ger gelên cîhanê me û serkeftina me pîroz dikin, divê em layiqî wate û sembola vê rojê bin.

Bijî ruhê berxwedana Kobanê semboleke cîhanî ya serketina nirxên mirovahiyê li dijî teror û piştgirên wê ye.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

2021-10-30

Back to top button