DaxuyanîManşêt

Roja 4’ê Nîsanê rojbûna gelên bindest e

Salên tijî têkoşîn, 21 sal ji berxwedanê di girtîgehê de Rêber Abdullah Ocalan bi hemû vîn û îsrar berxwedana xwe didomîne. Ev vîn bûye çavkaniyek ku îro gelên herêmê têkoşîna xwe ya demokratîk jê digirin. Rêber Ocalan bi îsrar e ku azad, aştî, demokratîk, yekitî û hevgirtina gelan pêk were.

4‘ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e yê ku heta niha wekî rehîn di mercên zehmet de girtî ye. Ev roj ji boyî gelên herêmê rojeke dîrokî û çarenûsî ye. Rêber Abdullah Ocalan fikir û nêrînên girêdayî yekitî û hezkirina gelan, çarenûsa wê yê ya hevbeş pêşkêş kir. Her wiha nêrînên girêdayî zindîkirina têkiliyên gelan destnîşan kir ku gelek alî bi armanca afirantina nakokiyan di navbera gelan de hewl dide xirab bikin.

Nabe ku em vê rojê wekî rojbûna kesekî têne bihesibînin, ji ber encamên vê yekê bi kurahî diyar dike ku ev roj rojbûna rasteqîn a gelên bindest e yên ku li dijî wan siyasetên pişaftin û înkarkirinê hatin mişandin, ta nasnameya wan ji hemû aliyan ve hate windakirin.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk de rojbûna tevahî gelên xwe bi hemû pêkhateyên wê, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Em diyar dikin ku azadiya Rêber Ocalan ji azadiya rasteqîn a tevahî gelan e. Berdewama mayîna Ocalan wekî rehîn berdewama siyaseta înkarkirinê li dijî gelê Kurd û tevahî gelên bindest ên azadîxwaz e. Di heman demê de em kiryarên rejîma Erdogan şermezar dikin ên ku bi rola wekîl û celad ji hêzên ku komploya navnetewyî li dijî Rêber Ocalan pêk anîne, radibe. Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û qanûnî yên navdewletî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda girankirî rake û derfet bide parêzer û malbata Rêbertî ku hevdîtinana pê re bikin û mercên girtina wî biguherin.

Em diyar dikin ku têkoşîn û jiyana hevpar, hevgirtina partîkî ya bi ked û têkoşîna Rêber Ocalan re rêya pêkanîna azadiyê ye. Tecrîda hatiye ferzkirin yek ji hewldanên rêgirtina li pêşiya berxwedana  gelan e, ya ku Rêber Ocalan ji bo wê têkoşînê dike, da ku gel bighêje vîna xwe ya demokratîk a azad.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2020-4-3

Back to top button