ManşêtNûçe

Rohat Xelîl planên sala xwendinê ya nû di ronahiya nexweşiya Korona de vedibêje

Piştî ku sala xwendinê di 2020-2021 biryar derket ku di 2020-9-1de li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê bike, biryarek ji aliyê Desteya Perwerdehiyê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di bin rêberiya DesteyaTenduristiyê de hate derxistin ku vekirina dibistanan taloqî 4-10-2020 li gorî Berjewendiya giştî ji ber derketina pandamiya Koronavirus li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Ji bo ku em tedbîrên tenduristî û pêşîlgirtinê ya ku Desteya Perwereyê û Fêrbûnê ya herêma Cizîrê ku da ye pêş em nas bikin ji bo parestina xwendekaran û kadroyên perwerdeyê berî vekirina dibistanan, rojnameya Partiya Yekîtiya Demokrat hevpeyvînek bi Hevseroka Detseya Perwerdeyê û Fêrbûnê ye herêma Cizîrê(Rohat Xelîl) re çêkir ku wiha dest bi gotinên xwe kir:

Em hemû dizanin ku Koronavîrus hê jî belav dibe li hemû cîhanê, û dibe ku ev pandamî berdewam be, Desteya Perwerdeyê û Fêrbûnê gelek tedbîr girtin ji bo pêşîlgirtina Koronavîrus ji meha Adarê 2020 de, û xwendin hat sekinadin li hemû sazî û dibistanên girêdayî Desteya Perwerdeyê û Fêrbûnê di dîroka 2020-3-14, me berê xwe da perwerdeya (ONLAYÎN) tevî ku ewqas haziriyên me jê re tune bûn ji bo ku em xwendekarên xwe ji xwendinê qut nekin, me persektîf dan mamosteyan ku di riya WatsAppê bi xwendekaran têklidarbin, her wiha di riya Enternêtê û li ser Kenala Rojava, û me karîbû sala xwendinê bi vî awayî derbasbikin.

Di wê demê heta aniha hazirtiyên me dîsa tên kirin ku em her 3 qonaxa (Seretayî, Amadahî û Navîn) dîsa di riya (ONLAYÎN) daxînin, haziriyên me di vî aliyî de hebû weke rêbazekî nirxandinê jê re dinivîsînin ji bo em zanibin ka çiqas xwendekar dişopînin, ji bo ku em zanibin ku tecrûbeya berê çawa bû, kêmasîyên hebûn jî em zanibin, ji ber ku hemû xwendekar nikarîbûn bişopîninin, mîna pirsgirkên alîktirîkê yan jî Emnternêtê de derdiketin.

Me hazrtiyên xwe kiribûn ku em dibistanê di meha nehan(9) de vekin li gorî biryara ku hat ji me re, lê li gorî encamên civîna Desteya Perwerdeyê û Fêrbûnê û Desteya Tenduristiyê derket ku vekirina dibistanan tolaq bikin li gorî berjewendiyên giştî, ji ber hejmara kesên ku bi Koronavîrûsê ketin zêde bûn, ji ber vê yekê de da paşxistin vekirina dibistanan lê hazirtiyên me hebûn, di 2020-8-23 dewamê Îdarî hat destpêkirin û mamosteyên me dest bi karên xwe kirin, bi alîkariya Şaredariyê û Desteya Tenduristiyê hemû dibistanên me hatin dermankirin û şûştin, ji bilî wê jî me wek sîstemekê danî ji bo belav kirina xwendekaran di dibistanan de nêzî 2225 dibistan li herêma Cizîrê hene rewşa van dibistanan yek bi yek me nîqaş kiriye ji bo ku em xwendekaran li gorî hejmarê wan belav bikin, dibistanên jê dewama wan di hefteyê de 5 rojin ji ber ku hejmara xwendekaran tê de zêde ne, hem hinek jê wê Du dewam bê kirin Sibehê û Êvarê, hinek jê jî me kirin weke di refê de 25 xwendekar hebin me kirin du beş mîna beşa yekemîn îro ya din sibe, mebesta me jê di refê de ne zêdî 15 xwendekar hebin, her maseyek tenê xwendekarek be, ji bo meseleya dûrbûna civakî, di heman demê biryar hat girtin ku her roj seetek ji bo li ser pandamiya Koronavîrûs bê şîrovekirin, di heman demê de serperiştên tenduristiyê li her dibistanekê hatin peywirdakirin ji bo pirsgirêkên tenduristiyê û paqijiyê bişopînin her wiha destpêkirina persektîfên ji bo pêşîlgirtina Koronavîrûsê û tenduristiya xwendekaran bişopînin û têkiliyan bi Desteya Tenduristiyê û bi malbatan re çêkin dema derketina nîşanên Vîrûsê li ser kesekî, encam ji van tedbîran ku xwendekar dûrî xwendinê û dibistanê nekevin, ku çi awayên fêrbûnê bên şopandin, dimîne ku xwendina li dibistanê baştire ji her rêbazî, lê tenduristiya xwendekaran li ser her tiştî ye, lê piştî civîna Desteya Xwendin û Fêrbûnê bi Desteya Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo  berjewendya giştî û parastina tenduristiya xwendekaran û Kadroyên Fêrbûnê biryar hat girtin ku destpêkirina vekirina dibistanan bê paşxistin 2020-2021 heta 2020- 10-4, dîrok li gorî pêşdeçûnên pandamiya Koronavîrûsê dibe bê guhertin.

Ji bo hazirkirina me ji refên Duzdehan, vê sale wê minhacê Desteya Perwerdeyê û Fêrbûnê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkeve refa Duzdehan, û ev tiştekî normale ji ber ku xwendekarên refa 11 wê bibin refa 12, ji bo hazirkirinê me civînin li dar xistin li hemî Desteyên Perewerdeyê û Fêrbûnê bajar û bajerokên girêdayî hemî Desteyên Perewerdeyê û Fêrbûnê ya herêma Cizîrê, ji bo naskirina hejmarên xwendekarên derbasî refa 12 bûne, li gor branşê ku tên xwestin me hejmara mamosteyan ji hemû bajaran xwestin û di Ekadîmiya şehîd( Ekîd Cîlo) li Hesekê û Qamişlo van kesan perwerdeya xwe dîtin, bi zimanê Erebî û Kurdî jî, her biranşek me ew mamoste perewerde kirin ji bo em wan derbasî dibistanan bikin.

Ji bo meseleya ku derketiye ku em dibistanan digrin ji aliyên Hêzên Sûriyeya Demokrat ev gotin tu rastiya wê tune ye, tiştê heye ku xwendekarên refa 12 derbaskirin yên minhacê rêjîma Sûriyeyê dixwendin li dibistanên girêdayî Desteya Perwerdeyê û Fêrbûn ya herêma Cizîrê, û xwendekarên me yên refa 11derbasî refa 12 bûn û ev normale ku xwendekarên me qonaxa xwe ya perwerdeyê berdewam bikin di refa 12 di nav bernameya Desteya Perwerdeyê û Fêrbûn ya Rêveberiya Xweser ya Demokratîk, û di heman demê de jî ev dibistan dikevin herêmên Rêveberiya Xweser ya Demokratîk, û ya herî giring ku karê Desteya Perwerdeyê û Fêrbûn ya Rêveberiya Xweser ya Demokratîk dibistanan vekin ne bigrin.

Rohat di dawiya gotinênê xwe nameyek da malbatên xwendekaran li herêma Cizîrê:

Hevkarî û kordînasyon di navera mal û dibistanê tevkariyê di pêşketina xwendekar di pewerdeyê û tenduristiyê û zanistî çêdike, û dema dibistan vebin em malbatan vedixuînin ji bo hevkariyê bi mamosteyan re bikin di pewerdeyê û tenduristiyê û zanistê de, û zarokan persektîf bikin di paqijiya kesane û pêşîlgirtinê û têkiliya domdar bi maomsteyan û dibistanê re, û heke dibistan venebin û biryara xwendina xweser derket em bang li malbatan dikin ku hevkariyê bi Desteya Perwerdeyê û Fêrbûnê bikin ku bihêlin zarok perwerdeya xwe bwedewam bikin li ser Întenêtê yan jî li ser Televîzyon, têkiliyê bi mamosteyan re bikin dema ku tu pirsên wan hebin li ser bernameya perwerdeyê, û ji bo refên Dozdehan ku piştî vê qonaxê derbas bikin ew ê mafdar be ku xwendina li zanîngeha Rojava berdewam bikin ku piraniya psporiyan tê de heye, cûdahî dê Superlative bê amadekirin ji bo qebûlikirna di hemî şaxên zanîngehê.

Back to top button