ÇalakîManşêt

Rêz serdanên Nivîsgeha Têkiliyên PYD ligel serokê Hevbendiya Alternatîf ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê

Serokê hevbendiya alternatîf ya hêzên şoreşê û opozîsyona Sûriyê “Silêman Hewarî” bi kordînasyona Nivîsgeha Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat re rêze serdan li kantona Qamişlo pêk anî, bi armanca naskirina ezmûna demokratîk a bêhempa ya li Rojhilata Navîn.

Di vê rêz serdanê de “Goristana Şehîd Delîl Sarûxan”, “Sînemaya Amûdê”, “Heyva Sor a Kurd”, “Zanîngeha Rojava”, “Komeleya Civakî ya Efrînê” û “Baxa Xwendinê” cih girtin.

Serokê Hevbendiya Alternatîf ya Hêzên Şoreşê û opozîsyona Sûriyê “Silêman Hewarî” got ku armanca vê serdanê ew e ku ji nêzîk ve doza kurdî û rastiya wê li Bakurê Sûriyê were naskirin û ev ezmûna demokratîk a bêhempa li Rojhilata Navîn ku bakurê Sûriyê pêk tê, were dîtin, û rewşa koçberên Efrîn û Serêkaniyê yên li kampan ji nêz ve bişopînin.

Hewarî tekezî li ser wê yekê kir ku divê kar ji bo aştî û aramiya herêmê û çareserkirina kirîza Sûriyê bi rêyên siyasî û diyalogê bê kirin. Herwiha pesnê projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê kir û got: Ev modeleke serkeftî ye ku xizmeta hemû gelên herêmê dike û armanca wê pêkanîna Sûriyeke demokratîk ku hemû gelê Sûriyê bihewîne.

   

Back to top button