ManşêtNûçe

​​​​​​​Rêxistinên jinan têkildarî sûcên li herêmên dagirkirî gilînameyek pêşkêşî berpirsa NY`yê kir

Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî sûcên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de li dijî jinan tên kirin, gilînameyek pêşkêşî berpirsa taybet a tundiya li ser jinan a NY`yê kir.

Rêxistin tevî jinên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî îşkenceyê hatine civiyan û li ser vî esasî di gilînameya xwe ya ji 9 rûpelan de sûcên li herêmên dagirkirî yên li dijî jinan belge kirin.

Li gorî gilînameyê, di navbera Cotmeha 2020`an û Îlona 2021`ê de li herêma Efrînê 54 jin û keç hatine destgîrkirin. Di girtîgehan de jî rastî hemû cureyên îşkenceyê û dan û standina xirab hatine.

Di gilînameyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Sûc û zêdegaviyên komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê, ji aliyê gelek desteyên NY`yê ve hatin nîqaşkirin. Li dijî jinan bi awayekî sîstematîk gelek cureyên sûcên tên kirin, ew sûc bi awayekî pêbawer têne belgekirin. Ji ber revandin û kiryarên tundiya cinsî yên din ku bi awayekî domdar ji aliyê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ve li dijî jinan li Girê Spî pêk tê, gelek malbat venagerin warên xwe.”

Her wiha hate diyarkirin ku rêxistinên gilîname îmze kiriye li ser bangewaziya berpirsa taybet a tundiya li dijî jinan a NY`yê Rîm Salim ku di serdana wê ya li Tirkiyê de alîkariyê bidin, dixwazin xîtabî wê bikin. Tê payîn berpirsa NY`yê di navbera 18 û 27`ê Tîrmeha 2022`an de biçe Tirkiyê.

Rêxistinên gilîname îmze kiriye ev in: Êzidîne, Peymangeha Kurdî ya Aştiyê, Tora Pêşengên Aştiyê, PÊL – Civil Waves, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Platforma Serêkaniyê, Komela Şawîşka ya Jinan, Weqfa Hevdestî ya Qurbaniyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyûn (Syrians for Truth and Justice) û Platforma Genim û Zeytûnê.

Rîm Salim a ji Urdunê, ji Tebaxa 2021`an ve berpirsa taybet a sûcên li dijî jinan a NY`yê ye.

ANHA

Back to top button
Close