ManşêtNûçePYD

PYD li Swissre civîna xwe ya xebata Rêxistinî li darxist

Bi beşdariya bi dehan endamên rêxistina Partiya Yekêtiya Demokratîk PYD li Swîssre îro civîna demanî hate li darxistin.

Di serî de civîn bi xulekek rêzdarî li ser giyanên şehîdên Azadî û Demokrasiyê civîn hate depêkirin. Piştre berpirsê Rêxistina PYD li Ewropa Abdulselam Mustefa derbarê pêşveçûnên dawî li Rojava, Sûriye û giştî herêmê de nirxandinên berfereh kirin. Rêzdar Mustefa anî ziman kû piştî hemû têkçûnên civînên Estana îro hemû bala wan li ser civînên Cinêvê ne. Mustefa da zanîn kû ew hêzên mezin dixwazin çi kirasê kû ew bidrûn li hêzên herêmê bidin li xwekirin. Bi van hêzên mezin baweriyeke kû tê xwestin bi wan nabê. Ew hêzên mezin êdî baş tê dighêjin kû ew nikarin me bikin bin kontrola xwe. Di Rojhilata Navîn de ew têgihiştine kû em ji hemû rêxistinên kû di vê herêmê de hene cûdane heye. Em rêxistineke wehane kû ger hemû helwestên me nekeve di bin berjewendiyên gelê Herêma me de em nagirin û tevlî yên weha jî nabin.

Weke tê zanîn kû Îro hilbjaritnên Istanbolê hene. Dewleta Tirk diçe dixwazin kû ji Serokatî tiştekî bigrin da kû şaredariya Istanbolê bi dengên Kurdan qazanc bikin. Kesekî weha şandin gel Serok da kû bandorekî li ser dengê gelê Kurd û demokratîxwazan yên bajarê Istanbolê bikin. Lê êdî gelê Kurd hişyar bûye û nakevê leystokên dujminan”.

Wekî din berêz Mustefa dazanîn kû: “Em êdî weke gelên Herêmê û Rêveberiya xweser bi pêşengiya rêveberiya Siyasî PYD û bi keda şehîd û şervanên YPG û YPJ di Sûriya pêşerojê de bê par namînin. Ev gotûbêjên ji bo herêma bi Ewle ya kû Turkiye li gorî xwe dixwazê dê pêknewê. Eger ev herêm û hêz were avakirin jî dê bi pêşengtiya Meclisa Sûriye Demokratî be. Ew hêzên kû Turkiye li ser wan li dijî me siyaset dikir îro ew jî têdikiçin. Li gor pêşdîtinên despêkê dê di vê herêmê de bajarên Rojava û Bakûrê Sûriye têde nebin. Dê heta 5 km di bin çavdêriyên hêzên Sûriya Demokratîk de (HSD) û hêzên Kwalisyona Navdewletî û be. Ev herêm, dê weke sê herêman be û bajar dê têde nebin. Dê ji bajarê Dêrikê heta Qamişlo weke herêma Yekemîn û ji Qamilşlo heta Serê Kaniyê weke ya Dûyemîn û ji wir jî heta Kobanê dibe herêma Sêyemîn.

Herweha berêz Mustefa di derbarê têkiliyên rêvebriya Xweser ya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriye de bi Turkiyê re weha anî ziman: Ji bo Peywendiyên me û dewletên herêmê weke Tûrkiye kengî jî be em dê bighêjin li hevkirinên li ser bingehên rêzdariya bi pirnsîbên Cîrantiya baş”.

Di derbarê peywendiyên Rêveberiya Xweser û Başûrê Kurdistanê de, berêz Mustefa got kû; “Em ne li dijî peywendiyên herêma Kurditanê û Dewleta Tirkiyê ne. Peywendiyên her dû aliyan di gelek waran de weke Abûrî, Siyasî û Civakî pêşketine. lê eger hinek encamên van peywendiyan li dijî berjeweniya gelên Kurdistanê û herêmê be em vê di cih de nabînin”.

Berêz Mustefa nêrînên xwe derbarê Ragihandina me de weha çend nirxandinên diyar kirin û got kû: ” Çend giringiya hemû alanên xebatê hebe weha di wê astê de girîngiya xebata Ragihandina Partiya me jî heye. Carcar rexnên gelê me hebin jî li ser Ragihandinên hinek jê ne ji bo çareseriyê û rakirinê ne. Ji ber kû ew bi xwe jî Ragihandina xwe naşopînin, kû bi şopînin û rexne bikin jî gelek caran li cihên şaş tê kirin û ti encam nagirê. Ragihandina me ragihandinek Îdolojiye, ya rêbazekî hizrî û ramanî pêşverûye. Ragihandina me birdoziya serdemeke nû ji xwere bingeh digre. ”

Ji bo Efrînê sîwaneke Siyasî pêwîste û ew gerekî avakirinê ye. Bi avakirina wê hêzên dagirker û çeteyên wê dê nikaribin 20 Rojan li ber xwe bidin. Hêzên hegemonîk weha didin diyar kirin; Tişta tê dîtin dibêjin û dibên dibe hîn zûbe lê dê Efrîn dê di dest Tirkan de nemîne.

Herweha berêz Mustefa da zanîn kû; “li gor hinek dîtinên mehvan û şandeyên kû serdana Rojavayê Kurdistanê dikin, dibêjin, tişta herî em baş dibînin û bala me dişînin ewe; li Rojava, di asta Rêveberiya wê de dizî û gendelî çênabe ger wehabe dê li jêr jî bi hesanî sererast be, ev berovajî herêmên dine”.

Di berdewamiya Civînê de, başdarbûyên civînê pirs û nêrînên xwe derbarê pêşveçûnên siyasî û rêxistinî de anîn ziman û di derbarê giştî rewşa rêxistina PYD li Swîssre de nirxandininên berfereh pêşketin û li ser kêmaniyên kû hey, hevalên hazir rexne û rexnedayînên xwe dan.

 

 

 

Back to top button