DaxuyanîManşêt

Rêxistina Jin li Qamişlo daxuyaniyek da ji bo raya giştî

Rêxistina Jin li Qamişlo, îro, di dîroka 2021-6-17 daxuyaniyek da ji bo raya giştî, tê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên parastina rewa û girtina nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

Ji 23’ê meha Nîsanê û dewleta Tirk êrîşên xwe li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna didomîne?, ji bo têkbirina tevgera Kurdî ya bi nûnertiya Hêzên Parastina Gel(HPG). Û bidestxistina armancên xwe bi dagirkirina tevahiya başûrê Kurdistanê, ev êrîş ne encama kêliyekê ye ku di plansazkirina ji demek dirêj ve ye, ji bo gihiştina van armancan ji ber vê yekê her demekê xalan ji xwe re diyar dike li xaka baûşrê Kurdistanê ji bo berfireh kirina erdnîgariya xwe û dagirkirina herêmê û wê ji şêniyên wê yî resen bistîne, ji ber vê yekê ew çekên qedexe yên Kîmawî bi kar tîne li dijî şervanên (Gerîla) bi balafirên cuda û ji aliyekî din ve dest bi hedefgirtina sivîlan û xwezayê dike, ku dest bi birîna daran, hilwişandina daristanan û binpêkirina xwezaya baûşrê Kurdistanê kiriye, ji bo vê yekê û ji bo parastina xaka baûşrê Kurdistanê û erdnîgariya wê, divê PDK li dû pilanên Erdoganî ne meşe û xîyaneta gelê xwe neke ya ku dibe bighêje şerê kurdî-kurdî.

Em bi navê jinan li bajarê Qamişlo êrîşên ku hikumeta Tirk li ser herêmên parastina rewa û erdnîgariya wê li baûşrê Kurdistanê pêk tîne şermezar dikin her wiha girtina nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, ji ber ku girtina wan dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk, û ji aliyekî din ve red kirina hatina şandeyan yên ku ji derve tên ji bo xizmeta doza Kurdî û redkirina şer û yekbûna refa Kurdî.

Em weke jinên Qamişlo bang li tevahiya gelên xwe li baûşrê Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin, her wiha em piştgiriya berxwedana lehengan li çiyayê azadiyê dikin û em serbilindin bi serkeftina wan, em daxwaz ji gelê başûrê Kurdistanê dikin ku van binpêkirinên ji hêla dewleta Tirk red bikin û berxwebidin ji bo parastina xak û rûmeta xwe.

Back to top button
Close