Hemleya grava birçîbûnê ya li girdîgehên Tirkiyê di roja 88’an de ji bo protestokirina tecrîda li ser rêber gelê Kurd Abdulleh Ocelan berdewam e, û di vê çarçoveyê de rêxistina “Dayîkên Aştiyê” banga grava birçîbûnê kir û got: Em naxwazin zarokên me bimirin, em neçarin ku bi wan re şer bikin, û divê hikûmeta Tirkiyê bersiva banga edalet û aştiyê bide.
Di daxuyaniya dayîka Cemîla Cevteşî de: Tekez kir li ser pêwîstiya hevgirtina her kesî ji bo rakirina tecrîdê li ser rêbr Abdulleh Ocelan.
Wiha lê zêdekir: Divê em piştgiriya girêvên birçîbûnê bikin ji ber em naxwazin jiyana bûrî bijîn, Cevteşî berdewam kir: Hikûmet hewil dide pêşiya têkoşîna me bigire. Divê em şerê wê bikin. Ger em şer nekin em ê bidawîbibin. Divê em parastina hev bikin, û divê hikûmet bi girtiyan bifikire.
Di çarçoveya vê mijarê de dayîk Hezal Taş got: Divê daxwazên girtiyên grêvên birçîbûnê qebûl bikin, û divê hikûmet bersiva banga edalet û aştiyê bide. Û tecrîda li ser girtiyan wekî sûcek mirovahiyê tê hesbandin.