HevpeyvînManşêtNûçe

Rewşenbîr: Komkujiya li Fransayê êrîşeke terorîst e bi hemû wateyan

Di 23’ê kanûnê de li paytexta Fransayê êrîşeke li ser navenda Çand a Kurdî hate kirin di encamê de 3 çalakvanên kurd jiyana xwe ji dest dan, gelek daxuyanî ev êrîşa hovene şermezar kirin û banga eşkerekirina kojerê vê êrîşê ji raya giştî re hate kirin.

Gelek bertekên bi hêrs ji hêla gelê kurd derketin, di vê çarçoveyê de endamê desteya rêvebriyê di Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK Mustefa Ebdo destnîşan kir ku ” Bûyera ku paytexta Fransayê qewimî û êrîşa li ser navenda Çandê ya Kurdî ku di encamê de 3 heval şehîd ketin ne sûceke nû ye der heqê gelê me yê kurd li dewletên Ewropayê.

Mustefa Ebdo komkujiya sala 2013’an ya der heqê 3’ê jinên kurd pêk hat bibîr xist û wiha gotinên xwe berdewam kir: Ev komkujî mîna êrîşa terorîstî ya ku sala 2013’an li paytexta Fransayê pêk hat der heqê sê çalkavanên jin yên kurd( Fîdan Dogan, Sakîne Cansiz û Leyla Soylemiz).

Mustefa Ebdo diyar kir ku piştî lêpirsînan eşkere bû ku kesê ev komkujî pêk anî girêdayî MÎT a Tirkiyeyê ye, her wiha yek ji endamê Tevgera Gurên Boz ya tundraw e, wiha lê zêdekir: Tiştê ku balê dikşîne ku ev doz wê demê hate girtin ji hêla desthilatdariya Fransayê da ku nekeve nava aloziyan bi Tirkiyeyê re.

Ebdo di berdewamiya axaftinên xwe de îşaret kir ku “piştî nêzîkatiyên dewletên Ewropa bi taybet Fransayê ji doza Kurdî re, Tirkiyeyê dest bikaranîna koma Gurên Boz kir, ku bi awayekî berfireh li dewletên Ewropayê belav bûye.”

Wiha hate berdewma kirin: Tirkiyeyê endameke ji vê komê bi kar anî ji bo êrîşî navenda Çanda Kurdî bike û di encamê de hejmarek ji çalakvanên kurd şehîd bûn û hin ji wan birîndar bûn.

Ev tê zelal kirin ku ji mafê Tirkiyeyê û koma wê ya tundraw ku li dewletê Rojavayî tevger bikin û tu kes tune ye ku wan red bike.

Mustefa Ebdo got: “Pirsa ku bala me dikşîne ku çima desthilatdariya Fransayê kesê ku ev êrîş pêk anî berî 10 rojan berda  û ew sûcdarê gelek dozên terorîst e”?

Endamê desteya rêvebriyê di Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK Mustefa Ebdo di dawiya gotinên xwe de tekez kir ku “Operasyona ku di nava paytexta Fransayê “Parîs” hate kirin êrîşeke terorîst e bi hemû wateyan û armancên wê yê siyasî hene û di riya Koma Gurên Boz ya girêdayî hikumeta Dad û Pêşveçûnê ya Tirkiyeyê hate kirin, ji bo zelalkirina helwesta xwe û zelalkirina encamên lêkolînan ji raya giştî re, niha top li qada rayedarên Fransî de ye.

Ji aliyê xwe ve endama meclisa rêvebir ya Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Hesîna Ehmed bûyera 2013’an bi bîr anî û wiha got: Berî 10 salan heman bûyer li Parîsê qewimî di encamê de sê hevalên jin şehîd ketin (Sekîna Cansiz) û rêhevalên wê, li ser destên dewleta Tirk ya faşîzim di riya kesekî terorîst.

Ehmed di berdewamiya gotinê xwe de wiha anî ziman: Bûeyra ku li navenda Çand a Kurdî ya “Ehmed Kaya” çêbû di encama wê de jî 3 çalakvan şehîd ketin. Ehmed îşaret kir ku ev bûyer bala cîhanê dikşîne, ku gelê kurd li her deverê tên armanc kirin û serokê Fransayê jî ev yek eşkere kir.

Endama meclisa rêvebir ya Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Hesîna Ehmed di dawiyê got: Îro em jî weke miletê kurd banga me ji hikumeta Fransayê re ku erka xwe bi cih bîne û bi karê xwe yê zagonî û edaletî rabe, û kesê ku ev komkujî pêk anî ji hemû cîhanê re eşkere bike, her wiha bang li kesê azadîxwaz, demokrat kir ku bêdeng nemînin, ji bo rastiya vê bûyerê bê derketin.

Back to top button