ManşêtNûçe

Nênertiya Rêveberiya Xweser li Ewropa banga destkedayîna însiyatîfa parlamenterên fransî kir

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropa bi daxuyaniyekê banga destkedayîna însiyatîfa parlamenterên fransî ya girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û naskirina Rêveberiya Xweser, kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Di van demên dawîn de gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Gefên wê li dijî herêmên ku ji dema têkçûna leşkerî ya rêxistina DAIŞ’ê ji hêla QSD’ê ve bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî lê aramî û îstiqrar pêk hat, tên xwarin. Di heman demê de alava qetilkirinê ya dewleta Tirk welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire, fermandarên leşkerî û ewlehî yên beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bûne armanc dike, mîna fermandara YAT’ê Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê, carekê bi balafirên bêmirov, carekê jî bi topbaran û moşekên rojane kiryarên xwe pêk tîne. Li kêlek wê jî li herêmên dagirkirî, hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji komên terorîst û tundraw kiryar û sûcên qetilkirin, îşkencekirin, revandin, tecawîzkirin û guhartina demografîk didomîne.

Li hember van gef û sûcên hovane ku rejîma Erdogan a destpot û zordest li dijî welatiyan li pêş çav û guhên cîhanê pêk tîne, hin deng û helwestên bi rûmet ên dijberî siyaseta şer û qirkirinê ya dewleta Tirk bilind dibin û banga pêkanîna zimanê diyalog û aştiyê dikin. Ji van dengan lîsteya ku 100 parlamenter û senatorên fransî îmze kiriye û tê de bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dike ku herêma qedexeya firîna balafiran li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihîne. Her wiha bang li dewletên rojavayî dike ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê navneteweyî de nas bikin. Li kêlek wê jî bang hate kirin ku çalakger û komeleyên Kurd ên li Ewropayê werin parastin.

Di demekê de ku em vê banga bi rûmet a parlamenterên fransî hûrmet dikin, weke pabendîbûneke eşkere ya bi erkên mirovahî û exlaqî dibînin û piştgirîdayîna mafên gelê me û yên jiyana azad û bi rûmet dihesibînin. Di heman demê de em bang li civata navneteweyî, raya giştî, rêxistinên hikumetê û sivîl û tevahî parlamenterên ewropî dikin ku destekê bidin însiyatîfa parlamenterên fransî û vê yekê bikin rêbaza bersivdayîna siyaseta şer a dewleta Tirk û di têkoşîna me ya li dijî terorê de û ya ji bo pêkanîna aştî û îstîqrarê li bakurê Sûriyê û tevahî herêmê de li kêlek me bisekinin. Her wiha modela me ya li ser bingeha pêkanîna jiyana hevbeş, têgehên azadî, demokrasî û mafên mirovan li gorî biryarên mîsaqên navneteweyî biparêzin.”

Back to top button