ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser komkujiya Şiêtat bi bîr anî   

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera 7’emîn a komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî eşîra Şiêtat pêk anîbû û di encamê de zêdetirî 700 kes ji eşîra Şiêtat bûbûn qurbanî, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Rêxistina DAIŞ a terorîst û hemû komên terorîst ên mîna Cebhet El-Nusra komkujî li dijî tevahî pêkateyên Sûriyê pêk anîn. Ji komkujiya li Til Eran û Til Hasilê bigire heta komkujiya li dijî eşîra Şiêtat, komkujiyên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û heta Şengalê diyar dibe ku teror yek e û divê helwesta Kurd, Ereb û xiristiyanan jî yek be.

Meha Tebaxê salvegera komkujiya li dijî eşîra Şiêtat e. Ev komkujî li dijî zêdetirî 700 kesî hate kirin ku piraniya wan zarok bûn, hîna şopên wê xuya ne û malbatên qurbaniyan heta niha êşa wê dikişînin. Ragihandina bidawîkirina DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de di 23’yê Adara 2019’an de serkeftina hemû pêkhateyan û tolhildana mezin a wan kesan e ku DAIŞ’ê azar pê dane kişandin.

Di vê bîranîna biêş a komkujiya li dijî eşîra Şiêtat de, em dilovaniyê ji giyanên qurbaniyan re dixwazin. Em teqez dikin ku serkeftina mezin a li dijî DAIŞ’ê encamên hevgirtin û yekitiya pêkhateyên herêmê ye, îro pêwîstiya me pê heye ku ev hevgirtin li hemberî hemû planên ku dixwazin qirkirin û komkujiyan li dijî me dubare bikin, xurttir bibe.

Em bang li hemû pêkhate û gelê xwe dikin ku yekitiya helwest, têkoşîn û parastina destkeftiyên ku bi xwîna zarokên me ji Ereb, Kurd, Suryan, Asur û hwd hatine bidestxistin, xurttir bikin. Em ê heya dawiyê parastina gelê xwe bidomînin, em ê rê nedin ku tu kes dest dirêjî destkeftiyên me bike, têkoşîna me heta rizgarkirina herêmên dagirkirin û vegera şêniyan li cih û warên wan, dê berdewam bike.

Ji bo dilsoziya bi hemû şehîdên azadiyê û qurbaniyên terora DAIŞ’ê divê em têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin û DAIŞ û bermahiyên wê û hemû planên alîgirên wê yên herêmî, di serî de dewleta Tirk, têk bibin.

Di dawiyê de em bang li saziyên hiqûqî, qanûnî, navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku erka xwe li hemberî şêniyên me yên ji eşîra  Şiêtat pêk bînin, di parastina ewlehiya herêmê û rêgirtina li ber vegera DAIŞ’ê de bi Rêveberiya Xweser re hevkar be û li hemberî hemû xetereyên li ser herêmên me û Sûriyê bi giştî xwedî helwest bin.”

ANHA

Back to top button