ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser komek jin û zarokên DAIŞ’ê radestî Almanya û Danîmark kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî belgeyên fermî yên di navbera Rêveberiya Xweser û herdu hikumetên Almanya û Danîmark de, komek jin û zarok ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê radestî hikumetên wan kir.

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve, duh 6’ê Cotmeha 2021’an du şandeyên Almanî û Denîmarkî, bi serokatiya gerînendeya karûbarê balyozxane û rêveberiya Koçberiyê li Wezareta Derve ya Almanya Kurt Georg Stockell Stil Fried, Seroka Beşa Alîkariya balyozxaneyê ya ji bo Almanên Derve Manja Kleis û Seroka Beşa Alîkariya Konsulxaneyê û Rêveberiya Krîzê Christopher Vivek gihaşt herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û herdu cîgirên hevserokatiye Fenar El-Giêt, Ebîr Îlya û nûnera nivîsgeha têkiliyên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zozan Enes herdu şande pêşwazî kirin.

Di dema hevdîtinê de, derbarê çend mijaran û rewşa giştî ya Sûriyê de, rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa siyasî, girîngiya çareserkirina krîza Sûriyê li gorî biryarên navnetewî û beşdarbûna Rêveberiya Xweser di pêvajoya siyasî û komîteya destûrê de, nîqaş hate kirin.

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeymana civakî ya nû amade dike û got: “Me komîteyek ji 160 kesan ji rêveberiyên xweser û sivîl, partiyên siyasî, kesên serbixwe, rewşenbîr, saziyên civaka sivîl, tevgerên ciwanan û jinan, akademîsyen û pisporên ji pêkhateyên cuda û herêmên cuda yên Bakur û RojhilatSûriyê ava kiriye. Piştî amadekirina hevpeymana civakî dê pêşkêşî meclisa giştî were kirin û piştre em ê hilbijartinan li dar bixin.”

Omer her wiha diyar kir ku hîn jî pêwîstiya Rêveberiya Xweser bi tensîqa bi civaka navneteweyî re heye, ji bo rûbirûbûna şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, her wiha diyar kir ku bidawîkirina wan ji aliyê erdnîgarî ve ne bes e, ji ber ku li herêmê bi dehan şaneyên veşartî hene. Omer bal kişand ser girîngiya hevkariyê bi civaka navneteweyî re ji bo çareserkirina pirsgirêka girtiyên DAIŞ û malbatên wan ên li kampên Hol û Roj, her wiha destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên li herêmên dagirkirî hîn jî berdewam in.

Her du şande bi Rêveberiya Xweser re sîstema tenduristiyê ya di dema belavbûna vîrusa Korona de û bandora wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha girîngiya jinûve nîqaşkirina vekirina deriyê Til Koçer ji bo peydakirina arîkariya mirovahî, pêdiviyên bijîşkî û derziyan, nîqaş kirin.

Têkildarî mijarê, Christopher Vivek got: “Me derbarê mijarên girîng de, wekî girîngiya pêşîlêgirtina vegera Rêxistina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha pêdiviyên mirovahî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gotûbêj kir. Denîmark piştgiriya bidestxistina aramiya li herêmê dike.”

Kurt Georg Stockell Stil Fried spasiya hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo hêsankirin û bicihanîna erka mirovahî ya vegera zarok û jinên Alman kir, her wiha kêfxweşiya xwe ji bo serdana herêmê, anî ziman.

Di dawiya serdanê de, li gorî belgeyên fermî yên di navbera Rêveberiya Xweser û herdu nûnerên Almanya û Danîmark de hatine îmzekirin, komek jin û zarok ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê radestî hikumeta Almanya û Danîmark hatin kirin.

ANHA

Back to top button