DaxuyanîManşêt

Rêveberiya Xweser ji bo hemû gelên Sûriyeyê mîrateya têkoşînê ye

Îro salvegera Heftemîn ji raghandina Rêveberiya Xweser li herêmên Cizrê, Firat û Efrîn derbasdibe. Ya ku dema em wê bibîr tînin em dîroka têkoşînê û qehremanî ji pêkhate û gelên Bakur û Rojhilat Sûriya bibîr tînin ji bo xurtkirina piştgiriya aştiyê û demokrasiyê û avakirina jîngehek ji bo pêşketina siyasî, aborî û civakî û pêşerojek hêvîdar ji Sûriya Demokratîk ne navendî pêk bînin.

Rêveberiya Xweser karîbû di der barê pêvajoya xwe ya kurt ku bû lîstikvanek çalak li ser qada Sûrî û Cîhanê bi eşkerekirina rastiya gelan û baweriya wê bi vîna xwe û bi jiyana zada ya demokratîk, û şerkirina terorê ji berdêla cîhanê bi giştî bi hemû qehremanî û fedayî.

Em vê salvegerê bibîrtînin di dema ku gelê me di kampan de êşê dikşînin ji şert û mercên jiyanê ên zehmet bi sedema dagirkirina bajar û gundên wê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, ligel hewildana guhertina demografîk ji herêmên kurdan û tirsandina gelê ku mane bi kuştin û revandinê, di dema ku hîn jî civaka Sûrî êşê ji aloziya siyasî û parçekirina mezhebî bi sedema aloziya Sûrî ya ku tê de jiyan dikin ji çend salan dikşînin, bandora wê zêdtir dibe her ku aliyên nakok ji diyaloga niştimaî dûr dikeve ya ku her dem me deriyê xwe jê re vekiriye.

Ji her kesê ku dişopîne zelal bûye ku rêjma Tirk ya ku gelên wî êşê dikşînin ji zilma pergala wî, piştgiriya tevgerên terorîst û çeteyan dike, û kirina hin herêmên Sûrî navend ji kiryarên terorîst û bargehên wan ên leşkerî. Li vir destwerdana Tirkiyeyê di kar û barên gelên herêmê tehdîdek xeter temsîl dike û her wiha li ser desthilatdara niştimanî ji van dewletan.

Bi taybet ku ji ker kesî hatiye eşkere kirin ku destwerdana Tirkiyeyê di kar û barên civaka Sûrî de bû sedema veghwestina Sûrî qadek ji teliheviyê û parçekirinê û şanoyek ji bo tesfiye kirina hesabên herêmî û navdewletî. Ev alozî riya çareseriya domdar wê nizanibe ji xeynî diyaloga niştimanî û misogeriya mafên gelan û pêkhateyên Sûrî di destûra pêşerojê de.

Em di Melisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD vê mîrateya têkoşînî û exlqî (Rêveberiya Xweser) pîroz dikin di salvegera wê ya heftemîn li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em di heman demêde sozê nû dikin bi domandina xebata me bi îsrar û îrade, ji bo vegerîna gelên me li bajar, gund û herêmên wan her wiha em tekez dikin bi pêkanîna erkê xwe ber bi gelê me û hemû gel û pêkhateyên Sûrî, û hemû tiştê ku dikeve ser milê me ji erkan ber bi parastina destkeftiyên ku hatin bidestxistin bi saya şehîdan. Em bibin modelek ji jiyana hevbeş bi yekkirina vîn û armancên hemû pêkhateyan ber bi pêşerjek baştir li Sûriya Demokratîk ne navendî.

Em bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin yên ku canê xwe fedakirin ji bo gihaştina vê qonaxê û vê mîrateya çandî.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-1-21

Back to top button