ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Em ê bi hemû derfetên xwe parastina herêmê bidomînin

dewleta Tirk armanc dike nasnameya herêmên dîrokî yên li ser sînorên Sûriyê biguherîne

Ji bo dayîna daxuyaniyê, bi dehan endamên Meclisa Rêveber û Meclisa Giştî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda xwe ya li Reqayê kom bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş daxuyanî xwend.

Rêveberiya Xweser di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi guhertina demografiyê û tirkkirina herêmên dagirkirî kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide rewşa Sûriyê û herêmê tevlîhevtir bike. Piştî zêdetirî 10 salan ji destwerdanê, ku di encamê de tevlihevî derket û dagirkerî, parçebûn û destekdayîna terorê pêk hat, çanda tirkî li civaka Sûriyê ferz kir, îro dewleta Tirk hewl dide qada dagirekriya xwe bi rêya gefa yekser a dagirkirina axa herêmê bi kûrahiya 30 km li ser sînorên bakur Sûriyê anku herêmên Rêveberiya Xweser, firehtir bike.

Ev hicetên bêbingeh ên dewleta Tirk ku qaşo dixwaze herêmeke ewle ava bike û penaberan vegerîne, di rastiyê de li ser Sûriyê û gelê wê, pêşeroja çareseriyê û lihevkirina sûrî bi giştî xeteriyên mezin in. Ji wan diyar dibe ku dewleta Tirk armanc dike nasnameya herêmên dîrokî yên li ser sînorên Sûriyê biguherîne. Wan herêman ji şêniyên wê yên resen vala bike mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiriye. Her wiha dixwaze binesaziya mirovî ya wan herêman biguherîne.”

Di daxuyaniyê de li ser bandorên xeter ên êrişeke nû li dijî herêmê, hişyarî hat dayîn û hate gotin: “Ev siyaset di mijara jenosîd, derxistina şerekî demdirêj di navbera pêkhateyên herêmê de dê bandorên xeter bi xwe re bîne. Bê guman ev yek li ser pêşeroja wan gelan gef e. Wê hemû rêxistinên terorîst û şaxên wê, ev herêmên ku dewleta Tirk hewl dide dagir bike wekî cihekî ewle ji xwe re bibînin.

Girtiyên DAIŞ`ê jî dê sûdê ji van kirinên dewleta Tirk li herêmê bigirin û bi hezaran terorîst û malbatên DAIŞ`ê dê birevin. Yanî dê armancên DAIŞ`ê yên ku nekarî di êrişa li ser Girtîgeha Sînaa ya Hesekê de pêk bîne, pêk werin. Wê ne tenê li ser herêmê lê belê li ser cîhanê bi giştî xeteriyeke mezin çêkin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, “Dewleta Tirk peymanên navneteweyî yên têkildarî herêmê ku di navbera wê û Rûsya û Amerîkayê de hatine îmzekirin, binpê dike. Ev îşaretê bi vî tiştî dike ku dewleta Tirk van peyman û lihevkirinan paşguh dike. Heke derfet jê re bê dayîn ku karekî leşkerî pêk bîne, dê hedê xwe derbas bike û qanûnên navneteweyî binpê dike. Dê ev yek bandorê li jêderên jiyanê, avê û çandiniyê bike. Ji ber dewleta Tirk bi hemû rêbazan qirkirinê pêk tîne. Nîşaneya wê jî, ji dema ku Serêkaniyê dagir kiriyê û heta niha bi rêya avê şerê zêdetirî milyonek kes dike yên ku li ser beravên Xabûr û heta Hesekê dijîn.”

Her wiha bal li ser rewşa hundirîn a Tirkiyê jî hat kişandin û wiha dewam kir: “Ji ber rewşa hundirîn a aloz a Tirkiyê, siyasetên hikumeta Tirkiyê ku di encamê de zextên li ser welat zêde bûn, Erdogan dixwaze bala raya giştî ya Tirkiyê ji ser van pirsgirêkan bikişîne û bide xuyakirin ku xeteriyên din li derve hene.”

Daxuyaniyê îşaret bi xeteriya dewleta Tirk li ser yekitiya xaka Sûriyê, kir û wiha hate gotin: “Wekî ku Erdogan behsa parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê dike, bê guman rola Tirkiyê di Sûriyê de û bi awayekî eşkere bû sedema aloziya Sûriyê û piştgiriya ji terorê re diyar bû. Operasyonên Tirkiyê yên Erdogan behsa wê dike, tenê dikeve xizmeta berjewendiyên DAIŞ`ê û hemû çeteyên desteka xwe ji Tirkiyê werdigirin û gefeke mezin li ser yekitiya Sûriyê çêdikin.

Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em van gefan şermezar dikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku dawiyê li van gefan û vê xîtabê Tirkiyê bînin. Her wiha bang li saziyên NY`yê dikin ku li hemberî sûc û kiryarên Tirkiyê li Sûriyê, bi erka xwe rabin.”

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşniyar hate kirin ku hêzên enternasyonalîst li herêmê bên belavkirin û wiha pê de çû: “Em teqez dikin ku divê aliyên garantorên agirbestê, berpirsiyariyên xwe li Sûriyê pêk bînin, sînorên ji van kirinên dewleta Tirk re deynin û li hemberî şantajên dewleta Tirk hêzên enternasyonalîst bên belavkirin.”

Her wiha bang li tevahiya gelê Sûriyê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku li dijî xeteriya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê, yekitiya xwe ava bikin, herêmên dagirkirî rizgar bikin û dawî li siyaseta qirkirinê bînin.

Rêveberiya Xweser teqez kir ku “em ê bi hemû derfetên xwe destkeftiyên gel û rêgezên şoreşa gel a demokratîk biparêzin, parastina herêmê bidomînin û nehêlin ku dewleta Tirk atmosferekî ji bo zindîkirina DAIŞ`ê û têkbirina aramî û ewlehiyê li herêmên me, peyda bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin: “Em bang li gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê dikin ku li dijî çi aliyên hewl didin destdirêjî destkeftiyên gelê me yên bi saya berdêlên mezin hatine bidestxistin bikin, li ber xwe bidin. Dewleta Tirk xeteriyeke mezin li ser serkeftina li dijî DAIŞ`ê hatiye pêkanîn, çêdike. Lewma ev xeterî wê ne tenê li dijî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê be, lê belê wê li ser Sûriyê, herêmê û cîhanê tevde xeteriye mezin be.”

ANHA

Back to top button