ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Divê gelê me nekeve xefka bi navê “çareserî û lihevhatinan”

Ji bo bersivdana propagandaya hikumeta Şamê ya bi navên “çareserî û lihevhatinan” li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Sûriye di tevahî aliyên siyasî, aborî û civakî de azarên krîzeke rasteqîn dikişîne. Krîzeke eşkere heye, lê li beramberî wê paşguhkirineke bizanebûn ji hêla desthilata Şamê ve ji bo rewşa Sûriyê heye. Di dirêjahiya 10 salan de hikumeta Şamê metoda ku krîzê kûrtir bike û çare nebe pêk tîne. Armanca wê ji vê yekê ew e ku desthilat li ser hesabê Sûriyê, gel û pêşeroja wê li qezenc û destkeftiyan digere. Hemû hewldanên wê heta vê kêliyê nakevin xizmeta Sûriyê.

Di çarçoveyeke nû de ku desthilata Şamê hewl dide li herêmên nikarî bixista bin kontrola xwe hebûna xwe rewa bike. Ew jî piştî gelek hewldanên vegera li wan herêman bi hemû rêbazan. Hin caran fîtne di navbera pêkhateyên herêmê de derdixist, hin caran jî îstîqrara herêmê bi rêya şaneyên xwe hedef digirt. Lê ji bo reva ji rastiya rewşa Sûriyê û rewşa guhartinê ya ku ji 2011’an li Sûriyê pêk tê, êdî desthilata Şamê dest bi siyaseteke nû kiriye. Ew jî li gorî îdiya wê hewl dide bi rêya “çareserî yan jî lihevhatinan” bi awayekî şeklî vegere. Lê ev yek dikeve xala xapandina raya giştî ya Sûriyê û cîhanê.

Diviyabû desthilata Şamê mijara diyaloga nîştimanî bingeh bigirta û çareseriyek li gorî geşedanên Sûriyê bidîta, her wiha armanc bibûya Sûriyê, gel û pêşeroja wê, ne armanc ji bo desthilatê bûya.

Rêbaz û şêweyê çareserî û lihevhatina ku desthilat behsa wê dike, diviyabû bi hêzên nîştimanî û demokratîk re bûya ku hîn jî zehmetiya hişmendiya rejîmê û serhişkiya wê dikişînin ku zimanê diyalog û çareya nîştimanî ya sûrî red dike.

Di demekê de, em piştrast dikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyek ji Sûriyê ye û ji bo lidarxistina diyalogên nîştimanî yên sûrî re amade ne, em bang li gelê xwe dikin ku bi gotegotên nerast neyên xapandin, ji ber ku armanc jê têkbirina îstiqrar û têkoşîna gelê demokratîk e. Her wiha piştrast dikin ku ev “çareserî “daxwazên çapemeniya ku tu bingehên wê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê tune ne, pêk tîne.

Her wiha hedefgirtina hin herêman bi taybet ku pêkhateyên Ereb lê hene, ji wan Dêrazor û Reqayê, bi armanca xapandin û bikaranîna hin kesan e da ku propagandayan bikin.

Em pişta xwe didin zanebûna gelê xwe û têgihîştina wî ya kûr ji siyasetên desthilatê re, her wiha baş dizanin ku hewcedariya Sûriyê bi çareseriyeke realîst û aktîf heye. Da ku têkoşîna gel a ji bo yekitiya nîştimanî ya Sûriyê û pêşeroja wê ya demokratîk were qebûlkirin.”

ANHA

Back to top button