ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Berxwedana Kobanê mîrasa tevahiya cîhanê û mirovahiyê ye

Îro (26`ê Çile) salvegera 6`emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê û serkeftina berxwedana wê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û piştevanên wê ye. Berxwedana Kobanê veguherî destaneke lehengiyê ku cîhan bi aliyê xwe ve kişand û rastiya parastina nixan û mirovahiyê bi tevahî cîhanê da nasîn.

Bi vê boneyê û bi hatina salvegera 7`emîn a ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê ku dikeve 27`ê Çileyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rizgarkirinê herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine û di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, pêwîstiyeke û xwedî heman girîngiya rizgarkirina Kobanê ye, ku bû destpêka hilweşîna pratîk a terorê.

Di daxuyaniyê de hate gotin:”Di demekê de ku piştî serweriya parçeyên mezin ji xaka Sûriyê û Iraqê û ragihandina bajarê Reqayê wekî paytexta xîlafeta Îslamê, hêza rêxistina terorîst a DAIŞ`ê gihaşt lutkeyê û DAIŞ veguherî xeteriyeke mezin û gef li Sûriyê, herêmê û tevahî cîhanê xwar.

Berxwedana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye raberkirin ku herêma herî zêde di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de bû wê demê, ne berxwedaneke normal bû. Wê berxwedanê di parastina Sûriyê û tevahî cîhanê ji gefên rêxistina terorîst DAIŞ`ê de rol lîst. Rizgarkirina bajarê Kobanê di 26`ê Çileyê 2015`an de, destpêka hilweşîna rêxistina DAIŞ`ê bû û piştî ku berxwedana Kobanê veguherî destanekê, serkeftin li pey hev pêk hatin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastina herêmê xwe ji Kobanê heta tunekirina DAIŞ`ê di 23`ê Adara 2019`an de li Baxozê, ji wê berxwedanê hêz girtin.

Kobanê, projeya Rêveberiya Xweser di 27`ê Çileya 2014`an de wekî tecrubeyeke demokratîk pejirnad û ew tecrube bû bingeke sereke ji bo avakirina projeya demokratîk li Sûriyê bi giştî.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev roj bi bîranînan dagirtî ne, ji wan salvegera 6`emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê di 26`ê Çileyê 2015`an de û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê dikeve sala xwe ya heftan. Em van her du boneyan bi bîranîna lehengiyên Kobanê û fedekariya şehîdên wê bi bîr tînin. Wan fedekariyên ku rêya rast a berxwedana ji bo avakirina îradeya demokratîk û azad ji gelan re, diyar kir. Ev her du bone bi serkeftina Kobanê li dijî teror û faşîzmê û projeya Rêveberiya Xweser, sûtneke sereke di avakirina Sûriya demokratîk a ji bo hemû welatiyên Sûriyê, çêdike.

Bi bîranîna her du boneyan piştrast kirin ku dewleta Tirk a ku desteka terorîzmê dike, ne tenê li ser herêmên wan lê belê li ser tevahiya gelên ku hewl didin DAIŞ’ê têk bibin û demokratiyê ava bikin, xeternak e.”

Di daxuyaniyê Rêveberiya Xweser wiha domand: “Serkeftinên ku li Kobanê hatine bidestxistin mîrasa tevahiya cîhanê û mirovahî ye. Berxwedana Kobanê bû asteng ji pêkanîna projeya dagirkirin û berferhkirinê re, her wiha berxwedana Kobanê bû destanek lehengiyê.

Vîna li Kobanê bû nuqteyek hêviyê di têkbirina DAIŞ’ê de, her wiha destwerdana Koalîsyona Navneteweyî li Kobanê da ku DAIŞ’ê têk bibin û liv û tevgera cîhanê bi awayek mezintirîn bû sedem ku di 1’ê Cotmehê bibe roja cîhanî ji bo Kobanê.

Em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de piştrast dikin ku berdewamiya piştgiriya dewleta Tirk ji bo terorê di heman demê de metirsiyek e li ser destkeftiyên li dijî DAIŞ’ê me bi dest xistine, ji ber vê her aliyek ku dixwaze ev metirsî bi dawî bibe divê helwestên xwe li dijî dewleta Tirk û kiryarên wê yên piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ku ji nû ve piştgirî daye şaneyên DAIŞ’ê li herêmê, nîşan bide.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em piştrast dikin ku girîngiya rizgarkirina herêmên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, bi qasî girîngiya  rizgarkirina Kobanî ye.

Her wiha em bang li tevahî pêkhateyên herêmê dikin ku li ser xeta berxwedana Kobanê, Efrîn û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimeşin, ji ber ku ev berxwedanî rêya herî serfiraz e ji bo gihaştina serkeftin, civakek demokratîk û aramiyê li seranserê Sûriyê.

Em tevahî şehîdên Kobanê û şehîdên tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin.”

ANHA

Back to top button