ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Berdewamkirina dagirkeriya Tirk parçebûna Sûriyê mayînde dike

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha hate gotin:

“9`ê Cotmehê salvegera duyemîn a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ye, du sal ji binpêkirin û kiryarên dûrî pîvanên exlaqî û wijdanê. Komên tundraw û çeteyên destekê ji Tirkiyê digirin, bi çavdêriya yekser a Tirkiyê bi êrişa li dijî Serêkaniyê û Girê spî îstiqrar û aramiya herêmê têk birin. Beriya wê jî bajarê Efrînê ji bo heman armancan dagir kir.”

ARMANCA ÇETEYÊN TIRKIYÊ DERBKIRINA ÎSTIQRARÊ Û PROJEYA DEMOKRATÎK E

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin piştrastkirin: “Kiryarên çeteyan li van herêmên dagirkirî bi awayekî zelal niyetên Tirkiyê yên têkbirina aramiya herêmên me û tecrubeya demokratîk a gelê me, radixe pêş çavan. Her wiha ev yek hewldana astengkirina lihevkirina aliyên Sûriyê ye û projeyeke kûr e armanc jê mayîndekirina dagirkeriya Tirk li Sûriyê û parçekirina Sûriyê ye. Kiryarên îroj rû didin, rewşa parçekirin û dagirkeriyê piştrast dikin. Ji lewre, şaş e hinek bifikirin ku ev dijminahî û dagirkerî li ser asta herêmekê ye û bandora wê sînordar e, ji ber ku ev dijminahiyeke giştî li seranserê cografiya Sûriyê ye. Ji bo me û ji bo her kesê xwedî nirxên girêdanbûna nîştimanî ya Sûriyê, dagirkirina parçeyekî Sûriyê tê wateya dagirkirina seranserê Sûriyê û ji me tê xwestin em derfetên xwe ji bo rizgarkirina wan parçeyên dagirkirî bikin yek.”

DEWLETA TIRK A DAGIRKER RÛXANDINA SÛRIYÊ Û PARÇEKIRINA CIVAKA WÊ DIDOMÎNE

Her wiha hate diyarkirin ku “Bi taybetî li gel bêdengiya hêzên navneteweyî, saziyên NY, Koalîsyona navneteweyî, Rûsya û hikumeta Şamê, tiştê ku îro dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên me yên dagirkirî dike, piştrast dike ku dewleta Tirk rûxandina Sûriyê, parçekirina civaka Sûriyê û ferzkirina siyasetên xwe yên ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê dewam dike. Dewleta Tirk bi îdiayên xwe yên wekî ewlehiya neteweyî, piştgiriya îstiqrarê li Sûriyê û destekdayîna hin hêzên xwe wekî opozîsyona Sûriyê didin nasîn, kiryarên xwe yên dijminane û niyetên wê yên xirabkirina Sûriyê dinixumîne. Li hemberî vê rewşê divê hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyê û civaka navneteweyî li hemberî vê plana xeter ya li dijî gelê Sûriyê hayadar bin. Nexasim li hemberî projeya Tirkiye ya piştgiriya terorê û vejandina DAIŞ`ê, kur îro bi hezaraên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriyê reviyane, dewleta Tirk ew pêşwazî kir û ew di bin navê arêtşa Nîştimanî ya Sûriyê de kom kirin.”

DOSYAYA DAGIRKERIYA TIRK LI SÛRIYÊ ÇARESER NEBE, ÎSTIQRAR LI SÛRIYÊ PÊK NAYÊ

Di dewama daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha tê gotin: “Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em teqez dikin ku hebûna Tirkiyê û dagirkirina herêmên me û herêmên din ên Sûriyê ji aliyê wê ve, destkdayîna terorê û hembêzkirina hêzên qaş bi navê opozîsyona Sûriyê, di laşê Sûriyê de xencereke. Heke dosya dagirkeriya Tirk li Sûriyê û kiyarên wê û çeteyên wê neyê çareserkirin, dê li Sûriyê îstiqrar pêk neyê.

Em ji cîhanê û raya giştî ya cîhanî re piştrast dikin ku dewleta Tirk bi rêya siyasetên guhertina demografiyê û koçberkirina bi darê zorê, projeya Osmaniya nû ava dike û pê armanc dike ku îstiqrara Sûriyê û herêmê derbe bike û di aliyê cografî û civakî de parçe dike. Ji ber wê, em bang li hemû saziyên civaka navneteweyî, NY, YE, Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hikumeta Şamê dikin ku li hemberî xeteriya siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê hişyar bin û dûrî berjewnedî û ajandeyên xwe yên taybet bi Tirkiyê re yên li ser hesabê welatê me Sûriyê û gelê me, dûr bikevin.

Di dawiyê de em ji gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi taybetî gelê me yê Serêkaniyê û Girê Spî  û Efrînê re yên ku bi darê zorê ji warê xwe koçber bûne, em dibêjin em bi we re ne, em soz didin we em ê bi we re heta rizgarkirina herêmên we û vegera we ya bi rûmet, têkoşînê dewam bikin. Em bi vê boneyê şehîdên xwe yên leheng û birîndarên ku bi lehengî li dijî Tirkiyê û çeteyên wê xaka xwe parastine, bi bîr tînin û em soza şopandina rêya wan didin heta pêkanîna serkeftinê û armancên gelê me û biserxistina şoreşa demokratîk.”

ANHA

Back to top button